Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Ji bo şermezarkirina komkujiyan banga tevlêbûna li çalakiya 13'ê Adarê

Platforma Komeleyên Xwecih ên Demokratîk ji bo şermezarkirina komkujiya 12'ê Adarê ya Helepçe, Gazî, Qamişlo, banga tevlêbûna li çalakiya Frankfûrtê ya 13'ê Adarê, kir.

Platforma Komeleya Xwecih a Demokratîk ji bo şermezarkirina salvegera komkujiyên Helepçe, Gazî, Qamişlo banga tevlêbûna li çalakiya 13'ê Adarê ya li Kaîser Sack Frankfurtê kir, ku çalakî saet 14:00'an wê bibe.

Di daxuyaniyê de komkujiya Helepçe hate bibîrxistin, hate gotin, ''Seddam partnerekî DYE û Ewropayê bû. Gaza ku di vê komkujiyê de hatiye bikaranîn li Ewropayê hatiye çêkirin, weke wan gazên bijehr ku dewleta Tirk 1937-38'an ji Elmanya ya Hîlter standî û di komkujiya Dersimê de bi kar anî.''

Hevkariya Ewropayê ya di komkujiya Qamişlo de jî hate destnîşankirin û hate gotin, ''Rejîma Baas jî ku 12'ê Adara 2004'an li Qamişlo li dijî Kurdan hatî kirin, partnerê Ewropayê bû.''

Komkujiya li taxa Stenbolê Gaziyê ya 12'ê Adara 1995'an jî hate bibîrxistin, hate gotin ev komkujî 'projeyeke dewletê' ye û li dijî Kurd-Elewî û hêzên demokratîk pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya demokratîk a Ewropî hate kirin, ku saziyên faşîst, nîjatperest û dînîgiriya radîkal ên wekî DÎTÎB, ocaxên Osmanî, MHP'yî li nav xwe venehewînin, ev saziyên ku navê wan hatine dayin hêlîna teorê yên dewleta AKP'ê ne, Erdogan û Bahçelî li dijî mirovahiyê sûc kirine û divê werin darizandin.

Bang li hêzên demokrasiyê û pergala demokratîk a Ewropayê hate kirin û hate gotin, dewleta Tirk bûye kana şer û nearamiya civakî, li dijî Kurdan polîtîkaya şer a komkuj û qirker dike, demokrasiyê tine dike, dewleta dînîgir-nîjatperest dîsa ava dike, dewleta Tirk dijminê her nirxê demokratîk, mafê mirovan û azadiyan e, li dijî demokrasî û nirxên demokratîk ên Ewropî ye û hate xwestin ku dewleta Erdogan-Bahçelî li nav xwe nehewînin.

Komeleyên ku çalakiyê organîze dikin: 
Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK), Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Elmanyayê (FEDA), Federasyona Komeleyên Demokratîk a Meraşê (MARDEF), FCDK-KAWA Hesen-Saarland, Komeleya Dijî Qirkirinê ya Dersimê, Insîyatîva Kurecîkê ya Meletî, Komeleya Kormeşiyan, Komeleya Koçgiriyan, Platforma Kurdên Anatoliya Naveraste, Insîyatîva Qereqoçanê, Komeleya Xinisê.