Ji bo Rojava li Frankfûrt û Bordeaûxê meşek hate kirin

Li Frankfûrt a Elmanya û Bordeaûx a Fransayê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bi hezaran kesên daketin qadan dagirkeriya Tirk protestokirin.

FRANKFÛRT

Bi hezaranan Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfûrt a Elmanyayê ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li ser banga Defend Rojava daketin qadan meşek lidar xistin.

Meş ji pêşiya gara trenê ya navenda Frankfûrtê destpê kir. Piştî meşê li Qada Romerê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de Eyşê Efendî a ji Rojava bi rêya telefonê ji çalakvanan re axivî got: “Çalakiyên gelê me yên ji bo Rojava tê kirin silav dikim. Dewleta Tirk ji bo tola DAÎŞ’ê hilîne êrîşî Rojava dike. Çawa ku me li dijî DAÎŞ’ê li Kobanê li ber xwe da em ê îro jî li dijî dewleta Tirk li ber xwe bidin.”

Dr. Mîchael Mîlk ê piştî êrîşa dewleta Tirk a 9’ê Cotmehê ya li ser Rojava bi komek hempîşeyên xwe re derbasî Rojava bû jî axivî û got: “Li Rojava mirovahî bi tenê hate hiştin. Bi hatina rejîma Sûriyeyê ya herêmê rêxistinên civaka sivîl hemû ên li Rojava û Sûriyeyê ker dikirin neçar man ku ji Sûriyeyê der bikevin. Banga lezîn li Heyva Sor a Kurd kir, pêwîstiyên lezgîn ên tenduristî, lojîstîk û pêwîstiyên tibî heye.”

Mîtîng bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava li qadan bûn. Meşa ku ji Qada Ecociyotenê destpê kir, belavokên êrîşên dewleta Tirk tîne ziman belav kirin. Di çalakiyê de banga ‘Rojava rûmeta me ye, xwedî li rûmeta xwe derkeve’ bi dawî bû.