BI DÎMEN

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hambûrgê şitil hatin danîn

Li Hambûrgê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn. Meclîsa Jinê ya Hambûrgê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê tevlî bernameya şitil danînê bûn.

Li vir li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbûn a Hambûrgê Zîlan Wan axivî. Wan anî ziman ku jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mizgîniya vejîna tevahiya gelê me ye û got: “Rojbûna Rêber Apo vejîna gelê Kurd e.”

Sibê jî wê ji aliyê DKTM-Hambûrgê ve bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek bê lidarxistin û ji Îmraliyê re qert bên şandin.