'Ji bo Partiya Çep a Kesk herî kêm 10 kesî qanih bike!'

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çep a Kesk bi gotina 'Ji bo 10 milyon dengî herî kêm 10 kesî qanih bike' bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çep a Kesk de hate gotin, "Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê demeke kurt ma. Em plansaziya xwe ya hilbijartinê ya li derveyî welat bi qonaxên cuda dimeşînin. Weke ku tê zanîn dengdana li derveyî welat wê di 27'ê Nîsanê de destpê bike û 9'ê Gulanê bi dawî bibe. Qonaxa destpêkê ya amadekariyên ji bo hilbijartinê lêpirsîna li qeyda hilbijêran û qeydkirin bû. Di vê demê de bi hewldana Koordînasyona Hilbijartinê ya li Derveyî Welat û saziyên pêwendîdar, qeyda bi hezaran hilbijêrên nû hate kirin û destketiyeke mezin hate bidestxistin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo qonaxa duyemîn jî hewldanên ji bo xwegihandina 10 milyon dengî ye û ev yek jî bi gotina 'Ji bo 10 milyon dengî li Tirkiyeyê herî kêm 10 kesî qanih bike' hate pênasekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo vê jî weke Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê em ê ji bo wê yekê bixebitin ku Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê bigihînin 10 milyon dengî. Em zanin ku di hilbijartinên beriya niha de HDP'ê zêdeyî 6 milyon deng wergirtibû. Ji ber krîzên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê, ji ber şerê li dijî gelê Kurd bi milyonan hilbijêr ji tifaqa AKP-MHP'ê aciz in.

Ji vê jî wêdetir bi milyonan mirovên me yên bi hêvî hem li hundir hem jî li derve hene ku azadiya jinê ji xwe re dikin esas û ji demokrasî, ekolojî û biratiya gelan bawer dikin. Dema em dibêjin, 'Em li vir in û em ê bi hev re biguherînin' li dijî bêhêvîtiyê em xwedî hêvî ne."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo wergirtina 10 milyon dengî bang hate kirin ku her hilbijêrekî li derveyî welat li welêt herî kêm 10 hilbijêrî ji bo Partiya Çep a Kesk qanih bike û ji bo vê seferber bibe.