Ji bo Ocalan li Stûttgartê meşa 2 rojan hate lidarxistin

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Ocalan meşek du rojan destpê kir.

Meşa ku ji aliyê Federasyona Civakên Kurdistan (FCK) ve hate organîzekirin saet 11:00’an li Esslîngen Bahnhoffê destpê kir.

Meşa ku bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser Ocalan hate kirin, gelek welatiyên derdor jî destek kir.

Kurdistanî û dostên wan ên li Esslîngen Bahnhoffê hatin ba hev bi daxuyaniyeke çapmeniyê destpê kir. Di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hê jî didome, li diî esareta 20 sal in li Îmraliyê tê kirin banga hestyariyê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk a di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bingehê siyaseta demokratîk dike hedef welat ber bi tarîtiyeke ku mirov nikaribe lê bijî ve dibe. Sedemê kombûna me ya li vir şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku berî 20 salan li dijî Ocalan hate kirine.

Meşa îro wê li Bad Cannstatt Bahnhoffê temam bibe. Roja Şemiyê jî wê saet 12:00’an ji Bad Cannstatt Bahnhoffê bikevin rê û wê meş li Stûttgartê bi dawî bibe.