Çalakiyên bi daxwaza ji bo demildest malbat û parêzer bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike didom e.
RENNES
Kurdistaniyên bi pêşengiya NCDK’ê li meydana Rêpûblîqûe ya bajarê Rennes a Fransayê hatîn gelhev, ji bo tendirûstî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.
Di çalakiya ku belavoka hevpar hatî xwendin de, pankarta “Liberté pour Öcalan” vekirin û li ser dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Katîl Erdogan” û “Ji Ocalan re azadî” berz kirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Fransî belavok hate xwendin. Di belavokê de hate gotin, “Ji bo me Kurdan Rêber Apo xeta me ya sor e. Hetanî ku em agahiyek jê negrin em ê li qadan bin û em ê tecrîdê bişkênin.”
Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya sibe bê kirin bi dawî bû.
VILLIERS LE BEL
Li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsa paytexta Fransayê, ji bo protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Kurdên ku bi banga Meclisa Gel a Villiersê li ber gara Vîlliers le Belê hatîn gelhev, filamayên Ocalan û pankarta bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, Bi Hev Re Serhildan!” hilgirtin.
Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Komeleya Villiers le Belê ve dest bi meşê kirin.
Di daxuyaniya hatî dayîn de diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sor e û heta azadiya wî ew ê li qadan bin.