Ji bo Nobeda Azadiyê ji Swêdê hatin

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, di hefteya 587'an de bi koma ji Swêdê dewam dike.

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, dewam dike.

Nobeda ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di hefteya 587'an de bi koma ji sê welatparêzên ji Swêdê hatin, dewam dike.

Şehnmûs Çetînkaya, Ezîz Bamo û Ciwan Şahan di nava komê de hene.

Berdevkê komê Şehmûs Çetînkaya bi bîr xist ku sê sal in ew nikarin agahiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin û anî ziman ku divê tavilê agahiyekê ji Ocalan werbigirin. Çetînkaya bang li Kurdan hemûyan kir ku xwe nas bikin, ji bo doza xwe bixebitin û got, "Divê Kurd li tevahiya cîhanê bibin yek."

Ezîz Bamo jî got, "Sê sal in em nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin" û diyar kir ku ji bo li ber tecrîdê rabin û nerazîbûnê li dijî dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin ew tevlî çalakiyê bûne.