Ji bo Guven li Rennes, Beremen û Esenê Kurd li ser lingan bûn
Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser rewşa tendursitiya Leyla Guven li bajarê Rennes a Fransa, Bremen û Essen ê Elmanyayê çalakî kirin.
Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser rewşa tendursitiya Leyla Guven li bajarê Rennes a Fransa, Bremen û Essen ê Elmanyayê çalakî kirin.
Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê yên ji bo daxwazên Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ên li seranserî Ewropa tên kirin dewam dikein.
Çalakiyên hatin kirin li ser banga Jinên Ciwan ên Azad û Tevgera Ciwanên Şoreşger atin kirin.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransa meşa ku hate kirin bi hezaran kes tevlî bûn. Meşa ku têde polîtîkayên qirkirinê û tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin, hate gotin daxwazên Leyal Guven daxwazên wan in. Di çalakiyê de peyama ‘Heta faşîzmim bidawî nebin em ê li qadan bin’ hate dayîn.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan meşek û mîtîngek hate kirin. Meşa ji pêşiya HBF’ê hate kirin bal hate kişandina ser rewşa Guven. Di meşê de dirûşma ‘Tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’ hate qîrkirin.
ESSEN
Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî bi heman armancê bi sedan kes daktin qadan û tecrîd protestokirin.
Di çalakiya de dirûşmên ku piştgiriyê didin Guven hatin qîrikirin û tecrîd hate protestokirin.