Ji bo Efrînê li Viyana, Berlîn û Hannoverê çalakî pêk hatin

Salvegera êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li Viyana, Berlîn û Hannoverê hate şermezarkirin.

Salvegera dagirkirina Efrînê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Westbahnhof Crîstan Brado Platzê hatin cem hev, alên YPG, YPJ'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Nûnerê PYD'ê yê Viyanayê Agirî Kobanê li qada çalakiyê axivî û diyar kir, heta ku dagirkeriya Tirk ji Efrînê bê rakirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Girseya gel piştre bi qîrîna dirûşma "Bijî Efrîn", "Bijî Rojava" ber bi Meseûmqûartîerê ve meşiya.

Piştre mîtîngek hate lidarxistin û Sekreterê Gitşî yê Însiyatîfa Sendîkavanên Komunîst Gerhard Mack li mîtîngê axivî. Mack dagirkirina Efrînê şermezar kir û diyar kir, ew bi têkoşîna gelê Kurd re ne.

BERLÎN

Salvegera dagirkirina Efrînê li paytexta Elmanya Berlînê jî hate şermezarkirin.

Kurdistanî tevî nûnerên gelek rêxistin û saziyên Kurd, Tirkiyeyî, Elman û gelên cuda, ji Hermanplatzê dest bi meşê kirin.

Pankartên bi nivîsa "Parastina Efrînê parastina jiyanê ye", "Em Tirk û çeteyên wan li welatê xwe naxwazin" hatin vekirin.

Meşê heta Kreûzberg Oranîenplatzê dewam kir û bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" bi dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi heman armancê meş û mîtîngek pêk hat.

Endamê PYD'ê yê Hannoverê Bavê Emer, Hevserokê NCDK'ê yê Hannoverê Ciwan Çewlig, Yilmaz Kaba û endama TJK-E'yê Devrîm Alp li qada çalakiyê axivîn.

Piştî axaftinên ku bi Elmanî hatin kirin, girseya gel ber bi qada mîtîngê ve meşiya.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku gelê Kurd wê ti carî dest ji Efrînê bernede û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê.