Ji bo Îdrîs Selîm dosyayek pêşkêşî Rêxistina Efûyê hate kirin

Komek ji Kurdistaniyan kiryarên li dijî endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm Mihemed şermezar kir ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye girtin û rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e. Kurdistaniyan di vê der barê de dosyayek radestî Rêxistina Efûyê ya li Londonê kirin.

Endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm Mihemed li Başûrê Kurdistanê di 8'ê Gulana 2019'an de ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibû destgîrkirin û piştre hatibû girtin. Ji bo Mihemed li pêşiya avahiya Rêxistina Efûyê ya li Londonê çalakiyeke şermezarkirinê hebû.

Koma ji Kurdistaniyan ragihand ku Selîm Mihemed ji ber nêrînên xwe yên siyasî ji aliyê PDK'ê ve hatiye girtin û destnîşan kir ku PDK'ê li Kurdistanê sîstemeke dîktatorî ava kiriye.

Çalakgeran anîn ziman ku rewşa tenduristiyê ya Selîm roj bi roj nebaş dibe û li ser rewşa wî û zextên li girtîgehan dosyayek pêşkêşî rayedarên Rêxistina Efûyê kirin.

Rayedarên rêxistina Efûyê jî diyar kirin ku piştî lêkolîn kirin wê daxuyaniyekê bidin.