Jessen: Tirkiyê bi şantajan Elmanya bêdeng kir

Rojnamevan-nivîskarê Elman Jan Jessen gef û haziriyên dewleta Tirk ên li ser Rojava şîrove kir û got Enqere bi penaberan şantaj li rêveberiya Berlînê kiriye û ew bêdeng kiriye.

Yek ji rojnamevan û nivîskarê Elman Jan Jessen ku di serî Rojavayê Kurdistanê geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne li malpera ''Cicore''yê bi navê ''Bêbextiya mezin a li Kurdan'' nûçe-analîzek nivîsî.

Jesen piştî biryara kişandina leşkeran a li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp geşedanên ku rû dane şîrove kir û got, ''Bi biryara Trûmp re welatên rojavayî ku di nav de Elmanya û Yekîtiya Ewropayêj î hene partnerê xwe yê herî ewle yê di şerê dijî DAÎŞ'ê de tenê hiştine û bêbextî li wan kirine.''

Di analîzê de tê bibîrxistin ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo ku Kurd nebin xwedî otonomiyekê û xwe rê ve nebin bi gelek heleftan e û rûdanên dema dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê hate destnîşankirin. Jessen got li Efrînê rejîma dagirkeriyê hatiye avakirin, bi destê dewleta  Tirk li herêmê gelek mafên mirovan têne binpêkirin, bi zorê mirov têne koçberkirin û bi rengekî hovîtî mirov têne kuştin.


DAXUYANIYA BERLÎNÊ JI ÇAV RE YE!

Jessen got dewleta Tirk li herêmê li pey helkefteke nû ye, haziriyan dike û bêdengiya rojava watedar e. Her wiha di nûçe-analîzê de li ser hişyariya hikûmeta Elmanya bi serokwezîrtiya Merkel ku gotî, ''em ji ber geşedanên li herêmê bifikar in'' hate gotin, daxuyaniyeke ji çav re ye.

Jessen got li dijî dagirkeriya li ser Efrînê jî ku tê maneya binpêkirina yasayên navnetewî û bi tangên Leopard-2'yan ên Elman jî rêveberiya Berlînê bêdeng maye û got, ''Hikûmeta Federal û gelek welatên YE'yê li ser peymana penaberan serê xwe li ber şantajan tewandin û wiha ketin rewşeke ku nikaribin muzakreyan  bin. Îro li hemû paytextên Ewropayê ew tirs heye ku senaryoya 2015'an dîsa dubare bibe.''

Di şîroveyê de her wiha hate gotin ev ne cara pêşî ye ku cîhana rojava bêbextiyê li Kurdan dike û têkoşîna Kurdan a sala 1991'ê ya li dijî rejîma Seddam hate destnîşankirin. Jessen got wê demê DYE'yê Kurd teşwîq kirine da ku li dijî Sedam rabin lê piştre ew tenê hiştine. Jessen got nirxên etîk qurbanî siyaseta derve û berjewendiya hatiye kirin.