Jelpke: Divê Elmanya li dijî şerê Erdogan bikeve nava tevgerê

Parlamentera Elman Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan ên ji bo dagirkirina Rojava da û got, "Divê hikumeta federal li dijî van gefên Erdogan bikeve nava liv û tevgerê."

Heman piştî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, balafirên şer ên Tirk doh êvarê bombe li kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê barandin.

Endama Partiya Çep a Meclîsa Federal a Elman Ûlla Jelpke nerazîbûneke tund nîşanî van êrîş û gefên rejîma Erdogan ên li dijî Kurdan da. Jelpke diyar kir, di demekê de ku çeteyên DAÎŞ'ê bi temamî hatine têkbirin, cihê gumanan e ku dewleta Tirk dest bi dagirkeriyeke din dike û êrîşeke nû ya li dijî bakurê Sûriyeyê weke hewldana rizgarkirina DAÎŞ'ê bi nav kir.

'DIVÊ ELMANYA LI PÊŞBERÎ VÎ ŞERÎ BÊDENG NEMÎNE'

Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep Ûlla Jelpke her wiha diyar kir, dagirkeriya artêşa Tirk a li bakurê Sûriyeyê wê rê li ber koçberiyeke girseyî veke ku li wê herêmê gelek komên etnîkî û olî dimînin û bang li hikumeta federal kir ku bikeve nava liv û tevgerê. Jelpke got, divê hikumeta Merkel li pêşberî binpêkirina qanûnên navneteweyî bêdeng nemîne.

Jelpke got, "Tirkiye endamekî NATO ye û çekên Elmanyayê bi kar tîne. Ev yek berpirsyariya Elmanyayê girantir dike." Jelpke anî ziman, ji bo artêşa Tirk bi çeteyên ji ber El Qaîdeyê mane nekeve nava şerekî nû, divê hikumeta federal bikeve nava liv û tevgerê û got, "Divê em ji bîr nekin; şervanên YPG û YPJ'ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û El Qaîdeyê canê xwe feda kirin û kirin ku em li Ewropayê bi ewlehî bijîn."