Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî: Bênavber em li Ocalan xwedî derkevin

Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî, malavayî li wan kesan kir ku 10'ê Cotmehê li Ocalan xwedî derketine û banga, ''çalakiyên domdar'' kir.

Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî bi bîr xist çalakiyên girseyî yên 10'ê Cotmehê, Roja Azadiya Cîhanî ya Ocalan bi bîr xist û got, ''10'ê Cotmehê di serî de Kurdistanî li hemû cîhanî gel bi daxwaza azadiya Ocalan derketin kuçeyan û bi dirûşmeyan gotin, ''Aniha, ji Ocalan re azadî.''

'DENGÊ ME GIHAŞTE IMRALIYÊ'

Bi berdewamî hate gotin li Emerîka, Japonya, Ewropa, Ewûstralya, Qenada, Efrîka û çar parçeyên Kurdistanê bi sed hezaran kes ji bo ''10'ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan' derketine kuçeyan, kuçe bi pankat û dirûşmeyên ji bo Ocalan xemilandine. Insîyatîvê got ,''Hemû dostên ku li dora dirûşmeya ''Dema azadkirina Abdullah Ocalan e'' hatine cem hev, bi pankarta, ''Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû'' û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meş, mitîng û gelek çalakiyên renginyên dengê xwe gihandine Imraliyê.''

Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî çi kesê ku 10'ê Cotmehê derkeve kuçe û kolanan û li Ocalan xwedî derket, malavayî li wan kir û got, ''Bi baweriya heta ku 'Rêzdar Ocalan azad bibe'' , em bang dikin ev xwedîderketina bi coş were domandin. Ocalan ne tenê deng û hêviya Kurdan e, her wiha ji bo bi milyonan kesên çewisandî jî deng û hêvî ye.

10'ê Cotmehê êdî weke roja ku azadiya Ocalan hatiye ragihandin derbasî dîrokê bûye. Bi vê wesîleyê Rêzdar Ocalan û hemû hevalên ku li Imraliyê berxwedana xwe didomîne em slav dikin.''

'BI ÇALAKIYÊN DOMDAR EM LI OCALAN XWEDÎ DERKEVIN'

Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî herî dawî got, ''Heta ku Rêber Apo azad bibe em Kurd û dostên Kurdan em ê hewlesta xwe ya biryardar bidomînin. Em Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî bang li her kesî dikin ku vê xwedîderketinê bi çalakiyên cihê û rengîn bidomînin. Xwedîderketina li Rêber Apo paratsina azadî û dahatuya me ye. Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan tê amneya têkoşîna ji bo azadiya me.''