‘Hûn jî cihê xwe di dîroka tê nivîsîn de bigirin’

Ji komîteya amadekariyê ya çalakiyên berxwedana li Strasboûrgê Xelîl Çewlik diyar kir ku divê ji wan weke her demê rola xwe ya pêşengtiya têkoşînê bilîze û got. “Hûn jî di vê pêvajoya dîrok tê nivîsîn de cihên xwe bigirin.”

Berxwedana 14 aktivîstên Kurd ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi gireva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn di roja 145’an de ye. Ciwanên Kurd ên li her qada Ewropayê pêşengtiyê ji çalakiyên tên kirin re dike, erkekî mezin dikevin ser milên wan.

Yek ji ciwanê di komîteya amadekariyên berxwedan Strasboûrgê de cih digre Xelîl Çewlik e. Çewlik anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê di astekî pir cidî de tengijiye, bang li ciwanan kir ku bi ruhê Apoyî xwedî li berxwedêran derbikevin û çalakiyan mezin bikin. Çewlik bi domdarî got: “Bang li hemû kesên xwe şoreşger çep-sosyal dibînin û ciwanên Kurd dikim ku di vê pêvajoya ku dîrok ji nû ve tê nivîsîn cih bigirin. Divê di vê pêvajoyê de weke her demê ciwan pêşengtiyê bikin.”

‘EM Ê FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN’

Xelîl Çewlik bal kişand xwedîderketina di serî de li Ewropa û gelek navendên din û wiha pêde çû: “Ez demek dirêj im li vir bi berxwedêrn di grevê de ne. Biryardarî û berxwedana wan di asta herî jor de ye. Ev biryardarî û têkoşîn girêdana wan a bi Rêbertiyê re ye.

Çewlik got: “Em ê bi vê biryardariyê tecrîd û faşîzmê hilweşînin.” diyar kir ku weke ciwanekê li gel berxwedêran cihgirtin serbilind e.

Çewlik bal kişand ser rewşa tenduristiya çalakvanan û diyar kir ku kêlo li xwe kêm kirine, dîsa pirsgirêkên tenduristiyê kirine ku êdî tenê li ser text bimînin û rewşa wan xeternakin. Çewlik destnîşan kir divê berxwedana çalakvanan bigihînin serketin û serfiraziyê.

 ‘BERXWEDANA DAYIKAN RÊNÎŞANA CIWANAN E’

Çewlik behsa berxwedana dayikên girtiyan kir û got: “Dayik bûn sembola berxwedana tê kirin. Rêbertiyê her demê digot; ‘Hûn tiştekê jî nekin, dua bikin.’ Lê em dibînin ku her demê berxwedanek nû heye. Tevî ewqas zext, qetlîam û zilmê jî berxwedana xwe ya li dijî dijmin didomînin. Li ser lingan in.”

Xelîl Çewlik diyar kir ku çalakvan ji serdanên welatiyan moral û hêz digirin û îşaret bi hestyarbûna Kurdên li Ewropayê dijîn kir. Çewlik got: “Welatiyên tên serdanê dibêjin; ‘Em hatine hêz û moral bidin wan, moralên wan ji yê me xurtire.’”

BANGA JI BO CIWANA

Çewlik bal kişand ser mezinkirina berxwedana li dijî tecîrdê û divê mijarê de roleke mezin di serî de dikeve ser milê Kurdan û ciwanên şoreşger. Xelîl ev bang kir: “Bang li hemû kesên xwe şoreşger çep-sosyal dibînin û ciwanên Kurd dikim ku di vê pêvajoya ku dîrok ji nû ve tê nivîsîn cih bigirin. Divê di vê pêvajoyê de weke her demê ciwan pêşengtiyê bikin. Divê ciwan li hemû qadan berxwedanê mezin bike, bi biyardariyek hê mezintir li dorî têkoşînê bibe yek û pêngavek mezin bide destpêkirin. Divê ciwan li berxwedêrên Zindana Amedê û perspektîfên Rêbertiyê binêre, di vê pêngavê de bi zelalî û biryardariyek zelal bikevin ser rê.”