Hrant Dînk li Hambûrgê hate bibîranîn

Hrant Dînk di salvegera 13'an ya qetilkirinê de, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê dostên Hrant Dînk ên li Hambûrgê ve hate lidarxistin û li pêşiya Parlamenta Hambûrgê pêk hat.

Parêzer Mahmût Erdem diyar kir ku ya ku dewleta Tirk doh anî serê gelê Ermenî niha jî tîne serê gelê Kurd.

Encûmenê navçeya Altona yê ji Partiya Çep Hasan Bûrgûcûoglû jî anî ziman ku zîhniyeta ku Dînk qetil kir niha li desthilatdariyê ye.

Serokê Civaka Elewiyan Cengîz Orhan jî anî ziman ku zexteke giran li Elewiyan, rewşenbîran û Kurdan tê kirin û destnîşan kir ku ev zilm û zordarî bi yekîtiyê ji holê bê rakirin.

Parlamenterê Partiya Keskan Yûsûf Ûzûndag jî bi bîr xist ku malbata wî bi rengekî tesadûfî ji Qirkirina Dersimê rizgar bû û anî ziman, ew weke kesekî ji malbateke ku qirkirin ji nêz ve êşa gelê Ermenî û trajiya bi serê wan ve hatiye ji nêz ve hîs dike.

Di çalakiyê de wêneyekî mezin ê Hrant Dînk hate vekirin û ji bo bîranîna mirovên hatin qetilkirin find hatin vêxistin.

Di çalakiyê de hunermend Cemalettîn Zeyrek, Ozan Dîrenç jî ji bo bîranîna Dînk hunera xwe pêşkêş kirin.