BI DÎMEN

Li Stûttgartê bi sedan name ji CPT’yê re hatin şandin

Li Stûttgartê jinan bi sedan nameyên li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT’yê re şaşndin.

JI CPT'YÊ RE NAMEYA ÎMRALIYÊ

Jinên li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê dijîn, tevlî kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re bûn ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin û bi sedan name şandin.

Jinên ku bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û anîn ziman ku dema mijar dibe azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hemû sazî ker, lal û kor in. Jinan diyar kirin ku ew ê bi têkoşîna xwe bêdengiyê bişkînin.