HPG'ê nasnameya 3 şehîdên Zapê eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad' a şehîdên xwe teqez pêk bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê ev daxuyanî da:

"Ji hevrêyên me yên ku ku li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst û qirker a li ser Zapê li refên herî pêş şer kirin, hevrêyên me Avareş, Masîro û Kemal taktîka şerê tîm ê bi tevger bi hostatî bi kar anîn û kirin ku dagirker gelek kuştiyan bide. Li dijî hewldanên dagirkeran ên bi teknîka serdemê, bi îradeya Apoyî bi lehengî şer kirin û dagirker sekinandin. Kûrahiya herêma Zapê bi kar anîn û pêşengî ji çalakiyan re kirin ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyên me Avareş, Masîro û Kemal 22'ê Nîsanê di şerê giran ê dijî dagirkeran de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Avareş Amed
Nav paşnav: Xebat Akdemîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mevlude-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Masîro Amed
Nav paşnav: Berat Îpek
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Naîme-Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Kemal Pîr
Nav paşnav: Azîz Kiziler
Cihê jidayikbûnê: Gurgum
Dayik-Bav: Fatma-Erkan
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

AVAREŞ AMED

Hevrêyê me Avareş li keleha berxwedanê ya Amedê li Licê ji dayik bû, ku ev ev herêm bi welatparêzî û berxwedanê tê naskirin û salên dûr û dirêj li dijî dewleta Tirk a qirker û mêtinger refên xwe şidandiye û di vê oxirê de berdêlan dide. Malbata hevrêyê me Avareş ji ber polîtîkaya şewitandina gundan û koçberkirinê ya dewleta Tirk a faşîst û qirker, neçar ma koçî Amedê bike. Hîn di temenekî gelekî ciwan de polîtîkayên li dijî gelê Kurd ji nêz ve dît û jiya. Van polîtîkayan bandoreke giran lê kir û bû sedema hêrs û kîneke mezin. Hevrêyê me Avareş roj bi roj ev hêrs û kîn baştir fêhm kir û kete nava lêgerîna têkoşîna herî mezin a li dijî van polîtîkayan. Di encama vê lêgerînê de jî aliyê dîrokî yê van polîtîkayên li dijî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd a li hemberî qirkirinê hîn bû û hîn di temenekî biçûk de ji bo têkoşîneke xurt bimeşîne zemînek amade kir. Di vê pêvajoyê de ji malbat û derdora xwe ya welatparêz PKK hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û dît ku têkoşîna herî mezin û bi wate ya li dijî kiryarên asîmîlasyon û qirkirinê, li nava refên PKK'ê dikare bê meşandin û biryara tevlîbûnê da.

Hevrêyê me Avareş sala 2013'an ji cih û warê xwe ji Licê tevlî nava refên gerîla bû û bi serbilindî weke gerîlayekî li warê xwe vegeriya. Bi sekna xwe ya bi bawer û bi biryar ji kêliya destpêkê ve bala hevrêyên xwe kişand. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk a faşîst êrîşî gelê me kir, mîna her ciwanekî Kurd xwest li dijî vê koma çete ya faşîst şer bike û li ser vê bingehê li gelek qadan şer kir. 4 salan bênavber şer kir û ji lingê xwe birîndar bû, lê belê tevî vê yekê jî bi îradeya xwe ya ji pola dest ji şerkirinê berneda. Hevrêyê me Avareş gihîşt wê baweriyê ku rêya têkbirina dijmin tenê bi gerîlabûyîneke profesyonel dibe û sala 2019'an xwe pêşniyar kir ku tevlî nava perwerdeya pisporiya leşkerî bibe û piştî ku perwerde wergirt, weke fermanderekî gerîla derbasî herêma Zapê bû. Hevrêyê me Avareş bi îradeya xwe li ber her cûre zehmetiyên li Zapê rabû û bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Avareş bi fikir û baweriya "Tiştek nîne ku gerîlayekî bi felsefeya Apoyî nikaribe bi ser bixîne", xwe bi vê çarçoveyê perwerde kir û ev fikrê xwe jî ji derdora xwe re ragihand. Ne tenê ji aliyê îdeolojîk her wiha ji aliyê leşkerî ve jî hevrêyê me Avareş xwe perwerde kir, di nava kûrbûneke welê de bû ku di her kêliyê de derbên mezin li dijmin bixe.

MASÎRO AMED

Hevrêyê me Masîro li Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke ji nasnameya welatparêziyê mezin bû. Vê yekê gelek tişt da wî. Hîn bû ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Kurdistanê divê çawa tevbigere. Dest lêgerîna wê kir ku tiştên hîn bûye bixe pratîkê. Tevlî karên ciwanan ên tevgera Apoyî bû ku li ber jiyana qirêj a tê ferzkirin, radibe. Li dijî qirkirina fîzîkî û çandî ku di her kêliyê de li Kurdistanê tê kirin, her roj têkoşîna xwe mezin kir. Ji têkoşînê paşve gav neavêt û her firsendê li rê û rêbazên qewirandina dijmin a ji Kurdistanê geriya. Di çalakiyekê de ku li dijî qirkeriya fîzîkî û çandî ya dewleta Tirk hate lidarxistin, bi fîşeka polîsan birîndar bû. Birîndara wî fîzîkî jî bûya, bû sedem ku ji aliyê fikrî nuqteyê li nakokiyên xwe yên sîstemî bîne. Êdî ji bo têkoşînê gaveke hîn xurt avêt. Hevrêyê me Masîro guh neda vê birînê û bi birîndariya xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Li çiyayên Amedê li qada Şehîd Kendal bû mêvanê sifreya hevrê Çiyageran. Vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Masîro kir. Ji mêvanbûyînê bû xwediyê malê. Ew bû çiyagerek ku êdî mêvan vedihewand. Piştî ku demeke kurt li çiyayên Amedê ma, bi êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser destketiyên gelê me, xwest li dijî çeteyan şer bike. Di şerê dijî çeteyan de demeke dirêj cih girt û bi tecrûbeya xwe ya di şer de bû milîtanekî bi mînak. Piştî pêvajoya şerê serketî yê li dijî DAÎŞ'ê, mîna her ciwan û gerîlayekî Kurd li çiyayên Kurdistanê vegeriya. Vê carê jî weke gerîlayekî berê xwe da çiyayên Zagrosê û di nava derya wateyê ya PKK'ê de kûr bû. Hevrêyê me Masîro rûmeta şoreşgeriya li nava tevgera PKK'ê wiha dianî ziman; 'Cihgirtina li nava tevgera PKK'ê, bûyîna şoreşgerekî PKK'ê û şoreşgeriya di nava vê şoreşê de bi tena serê xwe tiştekî hêja ye'. Li dijî krîza mirovahiyê ya ku cîhan di nav de ye, fêhm kir ku tevgera PKK'ê bi paradîgmaya xwe ya alternatîf a azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk a tevgera PKK'ê, rêya rizgariyê ye. Bi vê têgihiştinê hewl da ku li çiyê mirovê ku ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatiye afirandin analîz bike, bandora vê yekê ya li ser xwe fêhm bike û ji bo beralîkirina vê bandorê têkoşîna îdeolojîk meşand. Her ku analîz kir kûr bû, her ku kûr bû dilê wî yê çiyayî mezin bû. Bi eşq bi jiyana komunal û hevrêtiya li çiyayên Kurdistanê hate girêdan. Bi vê dilsoziyê gelek tişt ji hevrêyên xwe hîn bû. Li gorî diyalektîka jiyanê di her kêliyê de xwe guhert. Li pêşberî atmosfera guherîner a çiyê, taybetmendiyên berê ji ser xwe avêt û xwe nû kir. Hevrêyê me Masîro baş fêhm kir ku esasê ku PKK'ê pêk tîne hevrêtî ye û bi fedakarî û têkoşîna xwe ev yek ji yên piştî xwe re hişt. Weke gerîlayekî şervan, wêrek û dilxwazê hevrêtiyê navê xwe li dîrokê bi kedê nivîsand.

KEMAL PÎR

Hevrêyê me Kemal li navçeya Bazarcix a Gurgumê di malbateke welatparêz de hat dinê. Bazarcix yek ji herêmên ku tevgera me ya azadiyê hêj di qonaxa koma îdeolojîk de, ku bi keda gelek şoreşgerên pêşeng ên wekî Hakî Karer û Kemal Pîr hatiye ava kirin, nas kiriye û xwe li ser wê bingehê tevlîbûn çêkiriye. Di dîroka me ya têkoşînê de gelek şoreşger li ser vê axê derketine, tevlî tevgera me ya azadiyê bûne û çalakî û pratîkeke girîng a milîtaniyê nîşan dane. Ji Besê Anuş heta Mustafa Yondem, Erdal û Kasim Engîn cihê gelek milîtanên şoreşger û bi sedan şehîdan e ku hêza xwe ji berhevkirina dewlemend a van xakan digirin. Hevrêyê me Kemal ji ber mîrateya dîrokî û welatparêziya malbata xwe ji zû de rastiya Kurd û Tevgera Apoyî nas kiribû.Hevrêyê me Kemal ku di bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên rejîma faşîst de ma, ji bo nasnameya xwe winda neke hewl da xwe bi rêxistin bike. Di fabrîqeyên ku lê dixebitî de bû şahid ku ked çawa tê îstismarkirin û çawa pergal rêve diçe û ji bo vê jî têdikoşe. Piştî ku careke din rastiya faşîzma Tirk a dagirker di Berxwedana Rêveberiya Cewherî de dît, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di wê baweriyê de bû ku li dijî qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk, tenê bi têkoşîna çekdarî dikare bibe bersiv. Hevrêyê me Kemal ê ku di wê baweriyê de ye ku li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê tevlîbûna nava PKK'ê ji bo ciwanên Kurd ferz e, bi tevlîbûna xwe ya bi zanebûn bûye milîtanekî mînak. Hevrêyê me Kemal bi helwest û tevlêbûna xwe ya ku bawerî dida, li Zapê di gerîlatiyê de ku qadeke dijwar e, bi fêrbûna hunera gerîlatiyê pêş ket. Hevrêyê me Kemal ê ku qîmeta kedê baş dizane, di afirandin û parastina jiyana li ser bingehê azad de bi kedeke mezin re pratîkeke milîtanî ya pêşeng nîşan da. Ew bi paradigmaya Rêbertiya me, di warê îdolojîk de xwe pêşxistiye û bi sekna xwe di jiyanê de bûye parêzvanê Rêber Apo û şehîdan. Hevrêyê me Kemal bi sekna xwe diyar kir ku girêdana bi Rêber Apo re tê wateya parastina gelê Kurd, jin, kedkar û xwedî derketina mirovahiyê ye. Weke milîtanekî fedaî yê Rêber Apo bi tevlîbûna xwe, her tim li pêş bûye.

Em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re, bi taybetî ji malbatên bi rêz ên hevrêyên xwe Avareş, Masîro û Kemal re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê teqez xeyalên şehîdên xwe yên 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' pêk bînin."