HPG'ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir

HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Gerîlayan 29 çalakî li dar xistin, 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine cezakirin û 1 helîkoptera Skorsky jî hatiye derbkirin. Dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrîş kirin.

BÎLANÇOYA MEHA NÎSANÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi coşa Newrozê ketin biharê û bi ruhê berxwedanê meha Nîsanê pêşwazî kirin. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku ji Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşîna xwe didomîne, di meha Nîsanê de jî bi heman biryardariyê berxwedana xwe berdewam kir.”

HPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Artêşa dewleta Tirk a dagirker meha Nîsanê li eyaletên Bakurê Kurdistanê ji Dersimê heta Mêrdînê, ji Botanê heta Colemêrgê li gelek herêman operasyon pêk anî. Lê belê yek ji van operasyonan encamek bi dest nexist û gerîla Bakur bi biharê re ket nava pratîka salê ya bi berhemdar. Êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi şêweyê bomberdûmana hewayî û bejahî bênavber dewam kirin. Dewleta Tirk a qirker, mêtinger li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşî gerîla dike û ji bo armancên xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk bîne û destek bigire gelek hevdîtin û bazirganiyên qirêj kirin. Dewleta Tirk a mêtinger û qirker hewldana wê ya girtina destekê beriya êrîşa dagirkeriyê tê wateya ku li pêşberî berxwedana Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê zehmetî dijî û nîşan dide êdî bi tena serê xwe nikare tu encam bi dest bixe. Ji ber ku niha artêş û dewleta Tirk a dagirker bi zelalî dîtiye ku li pêşberî kûrahiya taktîkî, asta teknîkî, performanseke bilind û ruhê fedaî yê Apoyî ku gerîlatiya azadiyê ya Kurdistanê bi dest xistiye, bi tena serê xwe nikarin encamê bigirin."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev tişt jî hatin gotin:

"Artêşa Tirk a dagirker ku vê rastiyê fêm kiriye, di 16'ê Nîsanê de bi awayekî bêdeng û bêyî ku di medyayê de bê parvekirin li dijî Metînayê dest bi operasyoneke dagirkirinê kir. Bi desteka PDK'ê gav bi gav li qadê bi cih bûn û gav bi gav bi pêş ve çûn esas hat girtin. Tevî ku dest bi êrîşeke dagirkeriyê ya bi vî rengî kiriye jî, bi awayekî vekirî ranegihandiye. Artêşa Tirk a dagirker û çapemeniya şerê taybet a faşîst ji aliyekî ve êrîşa dagirkeriyê ya ku daye destpêkirin ji raya giştî veşart û li aliyê din jî derewên ku dibêjin hema hema her roj hêzên me windahî dane, servîs dike. Di berxwedana meha Nîsanê de hevrêyên me Ararat Herekol, Berjîn Yilmaz û Zîn Zagros gihîştin şehadetê û nasnameyên berfireh ên her sê hevrêyên me bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hatin eşkerekirin û parvekirin.

Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di têkoşîna salê de hê bêhtir bi biryar bûne, di taktîkê de pispor bûne, xwe ji her alî ve amade kirine û bi hakîmiyetek mezin a psîkolojîk ketine nava têkoşînê. Li ser vê bingehê hêzên me yên ketin nava salê, ji bo têkbirina planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û mêtinger, wê bi heman biryardarî û ruhê fedaî yê Apoyî têkoşîna xwe bidomînin."

BÎLANÇOYA MEHA NÎSANÊ

Bîlançoya têkoşînê ya berfireh a têkoşîna meha Nîsanê wiha ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Êrîşên bi balafirên şer: 279

Êrîşên bi helîkopterên êrîşê: 30

Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 11

Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 9

Êrîşên bi çekên kîmyewî: 1

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên giştî yên gerîla: 29

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 12

Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 3

ALAVÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Çeper: 1

Sîstema Radarê: 1

Kamera Mobesse: 8

Projektor: 1

ÇEK Û ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DESTESERKIRIN

Çeka ferdî ya MPT-55: 1

Dûrbîna çekê: 2

Fenera serî: 1

Berçavk: 1

YA KU DERB LÊ HATINE XISTIN

Helîkoptera Skorsky: 1