Hollandayê vanayên qada herî mezin a gazê ya Ewropayê girt

Hollandayê ji saet 06:00’an roja Yekşemê ve derxistina gazê ya ji qada Groningen a li bakurê welêt rawestand.

Hollandayê piştî 60 salan ji fealiyetê vanayên qada herî mezin a gazê ya Ewropayê girt.

Şêniyên li derdora qada gazê dimînin, gilî û gazinan dikin ku ji sala 1963'an û vir ve ji ber derxistina gazê çal li herêmê çêdibin û ji ber talankirina axê erdhej rû didin.

Li gorî medyaya Hollandî, di rewşên awarte de dibe ku sala pêş de vana ji nû ve werin vekirin. Ji ber vê yekê gelek niştecîhên Groningen kêfxweşiya xwe pîroz nakin. 

Tê payîn ku di salên pêş de li herêmê ji bo malên ku li herêmê ji ber derxistina gazê zirar dîtine, avahî bên xurtkirin û şert û mercên jiyanê bên başkirin, li herêmê bi mîlyaran euro bên xerckirin.

Li ofîsa Pargîdaniya Petrolê ya Hollanda (NAM) serê sibê roja Yekşemê dê derxistina gazê bi fermî were rawestandin.

Şîrketên Shell û ExxonMobil qebûl dikin ku erdhej ziyaneke mezin dide ser milê mirovên li qada dijîn.