Hollanda ji Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî re amade ye

Li bajarê Landgraaf ê Hollandayê qada ku amadekariyên 30’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd lê tê kirin, ji bo mîhrîcanê amade ye.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan, ji 17’ê Îlonê roja Şemiyê û pê de wê li bajarê Landgraaf ê Holandayê ku wê 30'emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî li dar bikeve, werin ba hev. Endamên Komîteya Amadekariya Mîhrîcanê Nûpel Mûnzûr û Welî Roj ji ajansa me re nirxandina amadekariyên dawîn ên mîhrîcanê ku wê îsal bi diruşmeya ‘’Em ê li dijî dagirkerî û qirkirinê parastina Kurdistanê bikin, Rêber Ocalan azad bikin’’ bê lidarxistin, kirin.

Nûpel Mûnzûr, ev tişt gotin:

‘’Îsal sala 30’emîn a mîhrîcana me ye. 30 sal in em Mîhrîcana Çandê ya Kurd li derên cuda dikin. Îsal jî wê li Landgrafê be. Em niha dikê amade dikin.

Gelek komên me hene. Ji kesan bêhtir komên muzîkê ne. Kom bi Soranî heye, Koma Şengalê, Koma Ma tên, ji xeynê wan koma me ya Rojava wê were. Yanî wê ji hevûdin cuda bin. Komên me yên folklorê jî hene.

Ên ku biaxivin jî wê hebin. Amadekariyên tevlêbûnê berdewam in. Stand tên amadekirin.Amadekariyên me yên ji bo zarokan berdewam in. Wê li ser standan pirtûk bên nasandin û nivîskar tevlî bibin. Wê standeke me ya çandê hebe. Amadekariyên ji bo wê berdewam in.

Hem di warê tevlêbûnê de hem jî di warê siyasî û çandî de gelek xebat tên kirin.’’

‘MÎHRÎCAN DIYARIYÊ BERXWEDANA GERÎLA HAT KIRIN’

Nûpel Mûnzûr diyar kir ku wan mîhrîcan diyariyê berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kiriye û wiha got: ‘’Amadekarî wê heta sibehê temam bibin. Divê her kes bi xurtî tevlê bibe. Em mîhrîcanê dikin diyarî ji berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê re. Em gerîlayên xwe yên li wir silav dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin bihîstin û bibin deng ji berxwedanê re.’’

‘BANGA ME LI HER KESÊ YE KU TEVLÎ MÎHRÎCANÊ BIBIN’

Endamê Komîteya Amadekariya Mîhrîcanê Velî Roj jî di derbarê amadekariyên mîhrîcanê de ev tişt gotin:

‘’Wê sibehê li vir mîhrîcana me ya çand û hunerê çêbibe. Hemû amadekarî hatine kirin. Li hemû qadan standên me hene. Bernameya me ya muzîkê pir berfereh e. Em bawer in ku heval û dostên me wê me bi tenê nehêlin û her kes wê tevlî mîhrîcana mezin bibe.’’

Velî Roj her wiha got: ‘’Wê ji bo zarokan jî bername hebin. Bernameyên çandî û hunerî wê çêbibin. Konên me yên agahdarkirinê hene. Nivîskar wê pirtûkên xwe îmze bikin. Wê konekî yê weşanxaneya Mezopotamyayê jî hebe. Konê Heyva Sor heye. Konên ji mûyê pezê reş wê hebin. Ji bo zarokan wê kon werin danîn û konekê xwarinan ê bi 25 curên xwarinan hebe. Amadekariyên me ku kirine têra hemû kesên tev li mîhrîcanê bibin hene. Hema bibêje her tişt amade ne.’’

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, li gor agahiya ji rayedarên meteorolojiyê yên Holandayê hatiye wergirtin wê roja mîhrîcanê ji xeynî şiliyeke bi demeke kin wê hewa xweş be.