Hilbijartinên xwecihî yên Spanyayê: Rastgir bi ser ketin

Li Spanyayê di hilbijartinên xwecihî de rastgir bi ser ketin. Serokwezîrê sosyalîst Pedro Sanchez li ser vê encamê parlament betal kir. Hilbijartinên giştî wê 23'ê Tîrmehê bêne kirin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez bi rengekî surprîz eşkere kir ku di 23'ê Tîrmehê de wê hilbijartinên giştî bêne kirin.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hate dayin ku muxafazakar di hilbijartinên şaredarî û herêman de li hemberî çepgiran bi ser ketin.

Sanchez diyar kir ku biryara ji bo betalkirina parlamentê û pêkanîna hilbijartinên giştî ji Qral Felîpe yê 6'emîn re ragihandiye. Hilbijartinên giştî diviyabû dawiya salê bihata kirin.

Sanchez got, "Li ser encamên hilbijartinên doh min ev biryar da. Weke serkêşê hikumetê û Sekreterê Partiya Sosyalîst encaman qebûl dikim û bi dîtina min pêwîstî pê hebû bersivek jê re bê dayin û wezîfeya xwe ya demokratîk radestî îradeya gel bikin."

Partiya Sosyalîst di hilbijartinên xwecihî de yên roja Yekşemê derbeke giran xwar.

Partiya Gel ku partiya bingehîn a muxalefetê ya rastgir e (PPK) ji 10 herêmên ku di bin rêveberiya sosyalîstan an jî koalîsyona çep de bûn, 6 ji wan bi dst xist. Di nava van de herêma Valencia jî heye ku herêma herî qelebalix û dewlemend e.

Li gel PP, her wiha partiya rastgiriya tund partiya Vox jî bi ser ket. Ev partî ji xwe li parlamentê hêza sêyemîn e. Di hilbijartinên şaredariyê de zêdeyî 1.5 milyon deng wergirt. Bi vî rengî di nava çar salan de skora xwe bi du qatî zêde kir.