‘Hêza kolanan wê zextê li ser mûxataban bike’

Li ser navê Komîteya Amadekar a greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Serhat Agirî diyar kir ku geşkirina berxwedanê têra xwe girîng e.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 endamên ‘Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re’ dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakî di roja 130’an de ye.

Li ser navê Komîteya Amadekar a greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Serhat Agirî diyar kir ku geşkirina berxwedanê ya dayikên girtiyan û ya gel wê ji bo şikandina tecrîdê bi bandor be. Agirî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku 14 çalakger 130 roj in di greva birçîbûnê de ne. Agirî got ku “Tendirustiya çalakgeran di rewşeke krîtîk de ye, êdî texrîbatên mayînde çêdibin.”

Agirî diyar kir ku siyasetmedar, saziyên Kurd û Tirkiyeyê, parlementerên Ewropayê, parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnas jî di nav de gelek kes hatine serdana çalakgeran. Agirî bal kişand ser vî tiştî ku divê ev serdan veguherin çalakiyan.”

Agirî bêdengiya saziyên Ewropayê yên wekî Konseya Ewropayê û CPT’ê rexne kir û got ku, “Tirkiye bi tena serê xwe vê tecrîdê nake. Hêzên komploger ên navneteweyî jî şirîkên vê tecrîdê ne. Heke van saziyan peywira xwe baş bi cih bianîna wê ev tecrîd evqasî giran nebûya.”

Agirî diyar kir ku xwedîlêderketina çalakiyê kêm e û bal kişand ser vî tiştî ku heke çalakî werin geşkirin wê ev tişt bandorê li hemû aliyan bike. Agirî got ku “Hêza kolanan wê li ser van saziyan zexteke mezin çêbike. Çalakiya dayikan gelekî watedar e. Lê dewlet jî bi hovane êrîşî dayikan dike. Divê gelê me, dayikan bi tenê nehêlin. Divê çalakiya dayikan were xurtkirin û çalakî derkevin asta jor.  Divê bi tarzeke ku encam were stendin û berfireh çalakî werin lidarxistin.”