Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê mîlyonek û 800 hezar euro alîkarî şand

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji bo mexdûrên erdhejê mîlyonek û 800 hezar euro alîkarî şand.

Heyva Sor a Kurdistanê der barê xebatên xwe yên ji bo mexdûrên erdhejê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HSK’ê de wiha hate gotin: “Di 6’ê Sibata 2023’an de erdhejek wêranker li Kurdistan, Tirkiye û Sûriye rû da. Navenda erdhejê navçeya Bazarcix a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû ku bi lerza 7.8 çêbû. Piştre li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê erdheja duyemîn bi lerza 6,4 û li navçeya Islahiye ya Dîlokê jî bi lerza 6,5’ an erdhejek pêk hat. Van erdhejên dijwar bi giranî li bajarên Mereş, Semsûr, Dîlok, Amed, Meletî, Riha û gelek deverên din ên Bakurê Kurdistanê, bajarên Edene, Hatay, Kilîs û Osmaniye û her wiha herêmên Efrîn, Firat û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Heleb, Îdlîp, Lazkiye, Hama û Tartus ên Sûriyeyê jî wêranîyek mezin çêkir. Heta niha li gorî daneyên fermi nêzî 50 hezar kesî jiyana xwe dest dane û bêtirî 150 hezar kesî jî birîndar bûne. Bi deh hezaran kes jî di bin kavilan de mane û winda ne. Wêraniyeke matmayî li herêmê belav bûye. Her wiha di nava zivistanê de malêm bi sed hezaran mirovan xira bûne.

Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê bi tevahî saziyên hevkar yên bi navê Roja Sor û Heyva Sor ên li Ewropayê, roja ewil ya erdhejê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de heta niha mîlyonek û 500 hezar euro ji bo mexdûrên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, 300 hezar euro jî ji bo mexdûrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  bi giştî mîlyonek û 800 hezar euro hatiyê şandin. Bi van alîkariyên madî ve ji mexdûrên erdhejê pêvdiviyên jiyanê yên weke kon, sobe, betanî, xurek, av, alavên paqijîyê, şîr û xureka zarokan û hwd. hatin stendin û li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji aliyê komîsyonên me, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hate belavkirin.

Em Heyva Sor Kurdistanê erk û berpirsiyartiya xwe dizanin û heta rewşa mexdûrên erdhejê asayî bibe wê alîkariyên me bidomin.”

Heyva Sor a Kurdistanê herî dawî spasiya xwe hemû kes û saziyên ku beşdarî kampanyaya wan bûne, kir. Her wiha bang li hemû alîkaran kir ku ji bo mexdûrên erdhejê beşdarî kampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê bibin.

Ji bo beşdarbûna kampanyayê agahiyên pêwîst li jêr in:

https://www.heyvasor.com/ku/banga-alikariya-lezgin-ji-bo-mexduren-erdheje/