Heyeta HDP’ê li Ûrûgûayê rêze civîn pêkanîn

Parlementera HDP’ê yê Mêrdînê Ebrû Gunay û Parlementerê Amedê Gora Paylan serdanên xwe yên li Amerîkaya Latîn didomîne.

Serdana her du wekîlan a li welatên Emerîkaya Latîn 10’ê Tebaxê destpêkiribû, li bendê ye ku hevdîtin heta 26’ê Tebaxê bidome.

Serdana heyeta HDP’ê ya yekem li paytexta Ûrûgûay Montevîdeoyê bû. Heyeta HDP’ê bi serokê Parlementoya Emerîkaya Latîn Danîel Cagîanî û serokê Parlementoyê û alîkara Serokkomarê Ûrûgûay Lûcîa Topalansky, Wezîrê Turîzmê Lîlîam Kechîchîan, Komîsyona Têkiliyên Karê Parlementoyê, bi Eniya Berfireh a desthilat û nûnerên Partiya Netewî ya ji partiyên siyasî yên welat re hevdîtin pêk anîn.

Heyeta HDP’ê ji bo siyasiyên Ûrûgûayê rewaşa siyaseta hundir a li Tirkiye, xebatên li parlementoyê bi rêve dibin û li ser armancên xwe agahî dan. Li ser rewşa siyasî ya li welatên xwe agahî bi siyasetmedarên Ûrûgûayê re parvekirin.

Aliyan bal kişandin ser têkoşîna demokratiyê ya li Ûrûgûay û Tirkiyeyê, qala girîngîdayina demokrasiya girseyî ya li dijî rejîma yek kesî kirin.

Parlementerên HDP’î spasdariyên xwe pêşkêşî, hikûmeta Ûrûgûay a bûye yekem welatê ku Qirkirina Ermeniyan a 1965’an weke qirkirin pejirandî. HDP’iyan bang li siyasetmedarên Ûrûgûayê kirin ku li dijî zext û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a di sedsala 21’ê de bibin xwedî rol.

Her wiha Gunay û Paylan ji ber desteka ji bo HDP’ê û tevgera Kurd spasdariyên xwe pêşkêş kir.

Heyeta ku serdana rêxistina sêwan a sendîkaya Ûrûgûay PîtCNT kir, ji ber 14’ê Tebaxê Roja Qetilkirina Xwendekaran hestên xwe bi nûnerên sendîkayên re parvekirin.

Gunay û Paylan ên serdana yek ji sembola şoreşê û serok dewletê berê Jose Mûjîca li mala wî kirin. Li gel Pepe ku tê naskirin li ser siyaseta Tirkiye û herêmê gotûbêj kirin.

Heyeta HDP’ê li Montevîdeoyê serdana Dêra Ermenî, rêxistinên siyasî, komeleyên çandî kir, li ser hedefên HDP’ê yên li Tirkiye di warê demokrasiya girseyî, dîsa li ser polîtîkayên etnîkên cuda, ol, nasnameyê agahî da, her wiha bersiva pirsên kesên tevlî civînê bûne jî dan.

Piştre Paylan û Gunay ji Montevîdeoyê ber bi paytexta Arjantîn Bûenosê ve ketin rê.