Hewildanên dagirkeriyê li Berlînê hate şermezarkirin
Amadekariyên dagirkeriya dewleta Tirk ya li hember Rojava, li Berlînê hate şermezarkirin.
Amadekariyên dagirkeriya dewleta Tirk ya li hember Rojava, li Berlînê hate şermezarkirin.
Gefên dagirkirinê yê dewleta Tirk a li hemberî Rojava û Bakurê Suriye’yê li paytexta Almanya Berlînê bi mîtîng û meşên girseyî hate şermezarkirin.
Di meş û mîtînga ku PYD Berlîn, Navenda civaka Kurdistaniyên Azad û dostên Almanî organîze kiribû de nêzî 1500 kes tevlê meşê bû ku tê de li gel Kurdistaniyan gelek Enternasyonalîst jî cihê xwe girtin.
‘Lİ HEMBERÎ BARBARTİYÊ BÊDENG NEMÎNİN’
Mîtînga Kurdistaniyan bi deqeyekî rêzgirtinê re li meydana Alexander Platz a navenda Berlînê destpêkir.
Di çalakiyê de li ser navê PYD Berlîn Sulêman Hacî axivî û got: “di serî de Almanya em bang li hemû cîhanê dikin ku li hemberî pêkanînên barbar û dijî mirovahî bêdeng nemînin”.
HIŞYARIYA ‘VÊ ERDOGAN BIBE BELA SERÊ WE’
Piştre endamê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat axavtina xwe pêşkêş kir û diyar kir: “hêzên ku nekarîn çareseriyekî mirovahî li Rojava pêşbixin niha jî hewildidin ku Suriyeyê perçe perçe bikin û pêşkêşî devleta Tirk û serdestên din bikin. Dewleta Tirk jî dîsa dixwaze barbartiya xwe ya Osmanî li hemberî Kurdan pêkbîne. Em carekîdin welatên Ewrûpayî hişiyar dikin. Eger hûn gelê Kurd bi tenê bihêlin vê fermande û hevalê Daîşê Erdogan wana carekî din bike bela serê we. Em wekî jin û gelê Kurd dê Rojava ji Erdogan û zalimên Osmanîger re nehêlin. Carekîdin we dawetî çareseriya Konfedralîzma Demokratîk dikin.”
‘BI TENÊ HIŞTINA KURDAN CIHÊ ŞERMÊ YE’
Endamê parlemena Federal a Almanya û parlementerê Partiya Çep a Almanya Pascal Meiser jî got şerma mezin e ku Kurdên ku cîhan ji DAÎŞ'ê rizgar kirin tenê werin hiltin.
Her wiha komên enternasyonalîst jî gotin ew ê heta dawî berevaniyê li gelê Kurd û Rojava bikin.
'WÊ BI SER NEKEVIN'
Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemmed Emîn Pencewenî jî got, ''Leşkerên Tirk ên barbar ji bo ku Rojava dagir bikin disekinin. Wan barbaran beşek ji Başûrê Kurdistanê dagir kirine. Lê gelê Roajva û Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê li gel Roajva ne û hazir in ku têbikoşin. Ti caran wê bi ser nekevin.''
'PÊRŞEMÊ EM LI BER PARLAMENTOYÊ NE'
Dawiyê Hevseroka Meclîsa Civakên Kurdistaniyên Azad Nûjiyan Gunay jî got, ''J niha û pê ve her roj em ê li ser piyan bin. Pêrşemê bila her kes saet 16.00'an li ber Parlamentoya Federal hazir be.'