Hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê li Dusseldorfê hat protestokirin

Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, li Dusseldorfê çalakiya protestoyî hat lidarxistin û banga geşkirina têkoşîna navneteweyî hat kirin.

Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya artêşa Iraqê, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya protestoyî hat lidarxistin.

Girseya gel bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana xelkê Mexmûrê li statsyona trenê ya Dusseldorfê hatin ba hev. Di çalakiyê de têkildarî hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê daxuyanî hat xwendin. Di çalakiyê de banga geşkirina têkoşîna navneteweyî hat kirin.

 Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Mexmûrê” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.