Kurdistaniyên li bajarê Bern ê Swîsreyê dijîn, bi armanca protestokirina hewildana dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatin ba hev. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li vir daxuyanî hat dayîn, bi pişt re siyasetmedar Nejdet Atalay axivî.
Di daxuyaniyê de bertek hat nîşandayîn ku çima ciwanên ji bo protestokirina êrîşên bi ser Mexmûrê, li Balyozxaneya Iraqê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistiye hatine destgîrkirin û ev tişt hatin gotin: “Em ciwanên Kurd ku li Ewropayê ne, hewila dagirkirinê û êrîşa bi ser pergala Rêber Apo ava kiriye, em wek ku li me hatibe kirin dibînin. Em çalakiya bêîteatiya sivîl a li Balyozxaneya Iraqê silav dikin û me daxwaz ew e ku ciwanên ku Kurd hatine destgîrkirin bên berdan. Li hemû cihên em lê ne, em ê li dora Rêber Apo û pergala demokratîk ku Rêber Apo ava kiriye, em ê hev bigirin û lê bibin xwedî.”
Nejdet Atalay jî axivî û got: “Mexmûr ji bo hemû Kurdan giranbuha ye. Êrîşa li Mexmûrê, li hemû Kurdan hatiye kirin. Li Kurdên azad hatiye kirin. Em çalakiya ciwanên şoreşger silav dikin û bila ciwanên me yên destgîrkirî bên berdan.”
Çalakî, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Mexmûrê” û “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” bi dawî bû.