Hevseroka PYD’ê: Divê meseleya DAÎŞ’ê bi rengekî stratejîk bê çareserkirin

Hevseroka PYD’ê Eyşê Hiso bal kişand ser metirsiya DAÎŞ’ê ku hîn ji aliyê zîhniyetê ve xurt e û destnîşan kir, divê meseleya DAÎŞ’ê ji aliyê stratejîk ve bê çareserkirin.

Bi pêşengiya Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşê Hiso, heyetek bi navê ‘Şandeya Efrînê’ ev demeke li Ewropayê danûstandinan dike. Hiso li ser hevdîtinên xwe, planên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û mijara darizandina çeteyên DAÎŞ’ê li dadgeheke navneteweyî ji ANF’ê re axivî.

Hiso bal kişand ser asîmîlasyon û hewldanên dewleta Tirk ên qutkirina Efrînê ji Sûriyeyê û diyar kir, bi lêkirina dîwaran li nava Efrînê re dewleta Tirk hem dixwaze Efrînê ji aliyê cografîk ve ji Sûriyeyê qut bike û bi xwe ve girê bide, hem jî hêviya gelê Efrînê yê li Şehbayê koçber bûne bişikîne.

Hiso destnîşan kir, gelê Efrînê yê li Şehbayê bi helwesteke tund li dijî vê dagirkeriyê radibe û wê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê bidomîne.

Eyşê Hiso li ser mijara avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî jî işaret bi berpirsyariya hêzên navneteweyî kir û got, di meseleya DAÎŞ’ê de pêwîstî bi çareseriyeke stratejîk heye, naxwe metirsî hîn jî didome.

Demeke dirêj e hûn li Ewropayê danûstandinan dikin bi navê Heyeta Efrînê. We bi kê re hevdîtin kirin, encama hevdîtinan çi bû?

Bi navê şandeya Efrînê me pêwîstî pê dît ku di asta navneteweyî de hevdîtin bê çêkirin û karek di nava gel de bê kirin. Devera ku destpêkê me hevdîtin lê kir, Swêd bû. Me bi rayedarên Partiya Çep, parlamenteran û rayedarên Partiya Sosyal Demokrat re hevdîtin kir, ku niha li Swêdê desthilatdar e. Di hevdîtinan de em li ser du xalan sekinînin. Ya yekemîn; me xwest rûyê dagirker ê dewleta Tirk eşkere bikin. Dewleta Tirk ji destpêka şerê Efrînê û vir ve li Efrînê kiryarên qirêj dike. Xala duyemîn jî rewşa gelê li Şehbayê bû. Îro bi sed hezaran mirov li Şehbayê di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijî. Mijara me ya sereke ya hevdîtinan ev bû. Ji xwe navê şandeyê jî Şandeya Efrînê bû. Li Elmanyayê jî me bi rayedarên gelek partiyên siyasî û berpirsyarên karên derve re hevdîtin kirin. Bi saziyên civakî yên sivîl û şaredariyan re jî me hevdîtin kir. Di hevdîtinan de me bal kişand ser siyaseta Elmanyayê. Ji ber ku tê zanîn, çekên di dagirkirina Efrînê de hate bikaranîn çekên dewleta Elman bûn. Me ev yek ji wan re ragihandin. Bi taybetî saziyên civaka sivîl tevlî nêrîna me bû. Me xwest, ji daxuyaniyan bêhtir êdî hewl bê dayin ku dawî li kiryarên dewleta Tirk a li Efrînê bê anîn. Tirk bi rêya asîmîlasyonê niha dixwaze Efrînê bi temamî bixe bin kontrola xwe. Dagir kiriye, ala xwe li ser hildaye. Her wiha zimanê Tirkî bi kar tîne. Weke tê zanîn zimanê Kurdî niha qedexe bûye. Yekemîn zimanê ku îro li Efrînê dixwazin bikin zimanê fermî zimanê dewleta Tirk e. Di vê çarçoveyê de me dosya amade kir û di asteke bilind de hevdîtin çêkir. Her kesên ku me dîtin ji me re gotin, ‘tiştên hûn dibêjin rast e’. Me jî ji wan xwest ku helwestê nîşan bidin. Bi taybetî li Elmanyayê Seroka Partiya Çep daxuyaniyeke pir radîkal dabû. Di daxuyaniya xwe de hem li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê derket, hem jî bang li dewleta Elman kir ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Li aliyê din me li Swêdê û Elmanyayê civînên gel pêk anîn û berxwedana qonaxa duyemîn a li Efrînê ji gelê xwe re ragihand. Îro em zanin hem li aliyekî gel li ber xwe dide, li aliyê din jî şervan li ber xwe didin. Civînên gel erênî derbas bû, tevlîbûn jî pir baş bû.

Dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye, niha li nava Efrînê dest bi lêkirina dîwaran kiriye. Bi vê yekê re armanca Tirkiyeyê çi ye?

Dewleta Tirk ji xwe tengav e. Siyaseta ku ji 2011’an heta niha li aliyê Sûriyeyê daye meşandin, dixwaze sînorê mîsak-î milî, xewn û xeyalên xwe yên dema Osmanî di rewşa heyî de misoger bike. Êrîşa li ser Efrînê tolhildana DAÎŞ’ê bû. Çima em vê dibêjin? Ji ber ku di dema êrîşa ser Kobanê de ya ku bi temamî li pişt DAÎŞ’ê bû û ji her alî ve piştgiriya wan kir, dewleta Tirk bû. Çawa DAÎŞ li Reqa û Tebqayê têk çû, dewleta Tirk har bû, matmayî ma. Ji ber vê yekê Soçî, Astana derxist holê. Yek ji encamên Astana jî dagirkirina Efrînê bû ku bi çira kesk a Rûsan pêk hat. Lewma Tirk dixwaze ji her alî ve Efrînê kontrol bike. Tişta sereke ku em ji hêzên navneteweyî re dibêjin; destwerdana Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê, bi taybetî li Efrînê ne demkî ye. Ew stratejîk difikire, dixwaze Efrînê bi temamî ji Sûriyeyê qut bike û bixe bin kontrola xwe, tevlî xaka xwe bike. Ji bo qutbûnê mayinde bike, niha li nava Efrînê dîwaran lê dike. Ji xwe mijara lêkirina dîwar ev çend roj in derketiye holê. Di hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê de jî me ji mûxatabên xwe re got; dewleta Tirk dema ku Efrîn dagir kir got ‘dixwazim ji terorê paqij bikim’. Lê belê niha terora herî tundrew mîna Cephet El Nûsra li seranserê Sûriyeyê kom kiriye, li Efrînê bi cih dike. Bi dagirkirina Efrînê re niha dixwazin pirsgirêkên navbera pêkhateyan kûr bikin. Ji ber ku gelê wê yê resen jê derxistiye û komikên çete li wir bi cih kiriye. Ji ber vê yekê Tirk bi hemû awayî dixwaze êrîşî me bike. Ji xwe gefên wê yên li ser sîstema Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî didome. Dibêje ‘Ez ê êrîş bikim’. Dewleta Tirk tevî ku endamê NATO’yê ye hevpeymana NATO’yê jî binpê kiriye. Dema ku berê xwe dide Rûsan û dixwaze S-400’î dikire, hingî li dijî hevpeymana NATO’yê derdikeve. Efrîn nedişibe Cerablûsê, ne dişibe Ezazê, ne jî dişibe Îdlibê, ne jî dişibe Babê. Gelê wan deveran jî ji xwe tengav e. Em ji bo tevahiya xaka Sûriyeyê têdikoşin. Biryara me ew ku em Sûriyeyeke bi her awayî demokratîk e ava bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin, dewleta Tirk hemû axa me dagir kiriye. Îdlib jî hatiye dagirkirin û deverên din jî. Çima ez dibêjim Efrîn naşibe deverên din? Îro li Efrînê berxwedanek heye, li dijî dagirkeriyê ji her alî ve têkoşîn tê meşandin. Bi lêkirina dîwêr re hem dixwaze xaka Efrînê ji Sûriyeyê qut bike, hem jî hêviya gel bişikîne. Lê belê gel li dijî vê derdikeve. Bi taybetî li Şehbayê, bi sed hezaran mirovên resen ên Efrînê daketin qadan, li beramberî navenda Rûsan daxuyaniyeke pir hişk hate dayin. Gel peyam da Rûsyayê ku yê rê li ber dewleta Tirk vekir ku Efrînê dagir bike Rûsya ye û ji encamên derkevin holê wê Rûsya berpirsyar be. Peyama gel li wir hate dayin. Ji ber vê yekê Efrîn naşibe deverên din. Li pey wê dozek heye.

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyar ji hêzên navneteweyî re kir ku ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî dadgeke navneteweyî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin. Pêşniyara we çiqasî bersiva xwe dibîne, li qada navneteweyî?

Rast e DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê cografîk ve bi dawî bûye. Lê belê xeteriya DAÎŞ’ê hîn pir mezin e. DAÎŞ weke pergal li devera ku lê bû hîn pir kûr e. Ji aliyê îdeolojîk ve xwe di nava gel de belav kiriye, civak jî li wir pelçiqandiye. Ji ber vê yekê şaneyên DAÎŞ’ê yên razayî wê hebin, hîn bi dawî nebûye. Ji ser mijara DAÎŞ’iyên girtî Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniye fermî da. Em dibêjin, divê doza DAÎŞ’ê bi awayekî stratejîk bê halkirin. Ji bo vê jî divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û her kes xwe berpirsyar bibîne. Ji ber ku di asta navneteweyî de her kes dibêje, ‘me şerê DAÎŞ’ê kiriye’. Koalîsyon vê dibêje. Lewma divê di wê astê de jî nîqaşek bê kirin û çareseriyek jî di wê astê de bê kirin. Meseleya avakirina dadgeha navneteweyî divê bi hêsanî neyê dîtin. Der barê girtiyên DAÎŞ’ê de îro li Fransayê daxuyaniyeke fermî hate dayin. Em vê vekirî dibêjin; li ser axa me şer hate kirin, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve bi pêşengiya YPG/YPJ’ê, DAÎŞ hate têkbirin. Ji ber vê yekê dema em behsa dadgehekê dikin, ew dadgeh divê li ser axa me be. Pêwîste dadgeh li ser axa me bê çêkirin û hêzên navneteweyî jî xwe li beramberî vê berpirsyar bibînin. Pêwîstî bi têkoşîna bi şêweyekî din heye. Niha ji aliyê leşkerî ve temam bûye, me dît ku li Baxozê bi dawî bûye lê wî hîn şerê fikrî li hemberî me bikin. Lewma pêwîstî bi têkoşîneke hişmendî heye li dijî DAÎŞ’ê. Ji ber vê yekê, tinebûna DAÎŞ’ê ji aliyê leşkerî ve nayê wê wateyê ku dinya ji metirsiya DAÎŞ’ê rizgar bûye. Gelekî muhîm e ku meseleya DAÎŞ’ê ji niha û pê ve ji aliyê stratejîk ve bê nirxandin. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser di vê mijarê de pir zelal e. Di asta navneteweyî de divê her kes xwe li pêşberî welatiyên xwe berpirsyar bibîne. Li Swêdê di nava raya giştî û di nava hikumetê de jî me dît ku her kes ji vê meseleyê ditirse. Gelê Swêd bi xwe wan qebûl nake. Baş e, çareserî çi ye? Eger em bêjin teror li Sûriyeyê xilas bûye? Na teror li Sûriyeyê xilas nebûye. Komikên niha li Îdlibê, li Efrînê bicih bûne hemû berdewamkirina xeta DAÎŞ’ê ne. Ji xwe agahî digihêje raya giştî ya navneteweyî jî; kesên ku ji Baxozê reviyane niha li Îdlibê, li Efrînê bi cih bûne. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku meseleya DAÎŞ’ê bi rengekî stratejîk bê nirxandin. Lewma avakirina statuyekê, avakirina dadgehekê di asta navneteweyî de pêwîst e û divê her kes xwe bi berpirsyarî li pêşberî vê çareseriyê bibîne.