‘Heta azadiya Rêbertiyê wê têkoşîna me bidome’

Nûnerên saziyan ên ku Nobeta Azadiyê dewr girtin diyar kirin ku pêkanîna azadiya Ocalan peywira hemû Kurdan e.

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê ji 25’ê Hezîrana 2012’an û heta niha Nobeta Azadî ji Ocalan re didome. Ev çalakî 366 hefte ne, didome.

VÊ HEFTEYÊ BI KOMA HOLLANDAYÊ DEST PÊ KIR

Nûnerên saziyan duh bi daxuyaniya çapemeniyê nobet wergirtibûn û roja Yekşemê welatparêzên bi navê Xebat Dêrik, Binevş Guler, Hasan Dûray, Îsmaîl û Abdulbakî tevî nûnerên saziyan dest bi nobetê kirine.

Hevserokên KCDK-E’yê, rêveberên KON-MED û FCK’ê, nûnerên TJK-E, CÎK û KOMAW’ê jî ji bo azadiya Ocalan di nobetê de ne.

Qada çalakiyê nêzî saziyên wekî Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye û çalakgeran di nava rojê de bi sedan belavok belav kirin û gel agahdar dikin.

Li ser navê PYD’ê Sabah Mahmûd diyar kir ku şikandina tecrîdê serkeftineke mezin e û got ku “Lê divê em ji bîr nekin ku Rêbertiya me hê jî dîlgirtî ye.”

Sabah bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û got “Ji ber ku Kurd nabin yek ev êrîş tên kirin. Ez ji Nêçîrvan Barzanî dipirsim, gelo çima li hemberî êrîşan tu bêdeng î? Her tişt ne pere ye. Kursiya we îro heye, dibe ku sibê tunebe. Kî dixwaze bibe serokê Başûrê Kurdistanê divê xwedî li axa wê derkevin û divê hemû gelan biparêzin.”

Li ser navê KOMAW’ê Ekrem Yavûz ê ku di nobetê de ye, wî jî got ku “Rêzdar Ocalan, rêberê 40-50 milyon kesan e û di bin tecrîdê de ye. Em vî tiştî qebûl nakin. Ev tecrîd di tu hiqûqê de tune.”

MELE SALIH: TECRÎDA LI SER RÊBERÊ GELAN DI TU BAWERIYÊ DE TUNE

Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Salih jî diyar kir ku tecrîda li ser rêberê gelan di tu baweriyê de tune. Mele Salih got ku “Bi dehan milyon Kurd hene lê welatê wan hatiye dagirkirin. Wê neviyên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Qazî Mihemed vê zilmê qebûl nekin.”

Mele Salih bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan got ku “Ev tecrîd ne bi tenê li ser Ocalan e. Ev tecrîd li ser hemû Kurdan û gelên herêmê ye. Armanca me azadiya Ocalan e. Heta ku Ocalan azad bibe, wê têkoşîna me bidome.”