Hêrsa li hemberî AKP û MHP’ê zêde dibe
Li Danîmarka, Fransa, Îngîltere û Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û darbeya AKP û MHP’ê protesto kirin.
Li Danîmarka, Fransa, Îngîltere û Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û darbeya AKP û MHP’ê protesto kirin.
KOPENHAG
Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, darbeya AKP û MHP’ê hate protestokirin.
Çalakî li Rêya Nytorvê bi pêşengiya NCDK û Meclîsa Jinan a Sêvê hate lidarxistin. Saîme Bîlen di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li Enqereyê Bariş Çakan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hate qetilkirin û berpirsê vê qetilkirinê jî feraseta AKP û MHP’ê ye.
Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê faşîst’ û ‘Erdogan serokê DAÎŞê ye’ hate berzkirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî darbeya AKP û MHP’ê hate protestokirin. Kurdistanî saet di 18.00’an de li Qada Vîeûx Partê hatin ba hev û darbeya AKP û MHP’ê protesto kirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK, YPG, YPJ, TJK-F û TCŞ’ê hate hildan û sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘AKP û MHPya faşîst’ hate berzkirin.
LONDRA
Li Londrayê jî rêxistinên jinan ên Kurd û sosyalîst çalakiyeke hevpar li dar xistin. Di çalakiyê de betalkirina parlementeran hate potesto kirin.
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Londrayê û Înîsîyatîfa Jinên Kurd komeke qelebalix li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Greenê hatin ba hev û betalkirina parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû protesto kirin.
Li bajarên Bîel, Solûthûrn, Cenevre û Bellîzonayê yê Swîsreyê jî dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê hate protestokirin.