Herbo: Xetera li ser Şengalê heye, pirsgirêk bi operasyonê çareser nebin

Berpirsê Têkliyên Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo: Em naxwazin li Şengalê alozî derkevin, em didin diyarkirin ku wê ev pisgirêk bi opersyonên leşkerî neyên çareserkirin.

Berpirsê Têkliyên Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo li ser rojeva Şengalê ji ajansa me re axivî û hin planên giring yên hikûmeta Îraqê,li ser Rêvebriya Xweser û civaka Êzidî aşkere kir. Herbo da zanîn Îraq naxwaze bi diyalogê mesela Şengalê çareser bike û ji bo wê jî gefan dixwe ku hêzê bi kar bîne.

Herbo raya giştî li ser rûdanên li Şengalê aghdar dike, ji bo ku bi rengekî lezgîn hemî dostên gelê Êzidî û saziyên navnatewî midaxilî rewşa Şengalê bikin.

Faris Herbo ji bo cejnna Newrozî prozabahî li tevhiya gelê Kurd kir û got, ''Em bi hêvî ne ku ev cejin bibi wesîleya pêkvejiyan, aştî û aramiyê.''

Li ser pîrozbahiya Newroza li Şengalê Herbo da diyarkirin ku salên borî, li Şengalê bi awayekî girseyî û dilekî xweş cejina Newrozê dihate pîrozkirin lê îsal ji ber nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê û astengiyan, her wiha girtina hin rêyên sereke, wê îsal bi coş li Şengalê Newroz neyê prozkirin.

Li ser reşa Şengalê û hewildanên Iraqê ji bo pêkanîna peymana PDK’ê û Mistefa Kazimî Herbo bal kişande ser rewaş Şengalê a beriya peymanê û got, ''Beriya ev peyman li ser Şengalê were îmzakirin gelê Şengalê bi ewlehî dijiya. Taybet di meşa Adar û Nîsanê de gelê me pêl bi pêl berê xwe didan ser axa xwe û Şengalê ji nû ava dikirin. Hêzên parastinê ji bo parastin aewlekariya herêmê di nava têkliyan de bûn û bi giştî rewşa Şengalê baş bû lê mixabin piştî îmzakirina Peymana Hewlêr û Bexdiyê roj bi roj rewşa Şengalê ber bi xirabûnê ve diçe. Li Şengalê problemên ewlekarî û îdareyî derdikevin. Ji ber ev peyman bê raya gelê Şengalê û xwediyê Şengalê hatiya îmakirin. Ev tifaqî di serî de ji aliyê gelê Êzidî ve ku çiyayê Şengalê parastin û li ber xwedan her wiha raya Civaka Êzidî û dostên wan bi giştî jî nehtiya girtin lewra heya negihe ji aliyê me ve nehatiya qebûlkirin.''

Di dewama axaftina xwede Herbo got : “Ev peyman wisa bi nav kirin ku ji bo başkirina rewşa ewlekarî, îdareyî û xizmetgozariyê. Eger Iraq li van xalan digere karî bê îmzakirina peymanê jî bi me re van kar û xebatan bida meşnadin. Hikûmeta Herêm Kurdistanê jî eger rast e bi vegera koçberan re ye, dikarî rê li ber xelkê veke û wê gelê me vegeriyaba ser axa xwe. Di aliyê ewlekarî de jî pêwîstiya Şengalê bi tu peymanan nebû. Di vir de diyar e ku îmzakirina peymanê ne tenê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, ev peyman ji hin alî û welatên ku xwedî fikrekî radîka lin derketiya û dixwazin pêk bînin. Ev plana ku niha dixwazin pêk bînin sala 2014’an bi navekî din û hin welatên din dixwestin pêk bînin. Em wek beşa têkiliyan di nava va 5 mehan de bi gelek aliyê di nava hikûmetê de bi aliyên siyasî sefaretên welatan re hevdîtin hatin kirin û xwesta xwe û projeya çareseriyê me pêşkêş kir. Tevhiya aliyên ku me bi wan re hevdtin pêk anîne ne bi vê peymanê re bûn û piştgiriya xwe ji daxwazên gelê Êzidî re didan xuyakirin. Gelê me jî ji roj ku peyman hatiya îmzekirin heya îro di nava berxwedanî, çalakiyên demokratîk de ye, bi hemû şêwazên aştiyane hewil daya ku îrada wan bête naskirin û daxwazên wan bêna pêakînin.

Herbo bi berdewamî wiha got: “Ji tevahiya alî û hikûmeta Iraqê re me daye dirkirin ku çareserkirina piskirêkan li Şengalê pêwîst e bi bi awayekî siyasî û diyalogê bête çareserkirin. Ev piskirêkê bi peresyonên leşkerî nayên çareserkirin.

Me ji Iraqê re daye zanîn ku projeya ku em li ser kar dikin di destûrê bingehn a Iraqê de heye, ne ku projeyeke me ji xwe daye avakirin û ne qanûnî ye. Madeyên ku di destûrê Iraqê de hene em li ser esasê wan bendên destûrî kar dikin mafê her civakekê heya xwe bi xwe birêve bibe û parastina xwe bike. Li ser vî esasî me proja çareseriyê bi fermî daya Iraqê lê mixabin di vir de diyar dibe Iraq ne bi wê reyê re ku ev pisgirêk bi diyalogê bête çareserkirin û bi me re danûstandinê bike.

Herbo wiha domand:'' Niha dîtinek wisa derdikeve ku Iraq tiştê heyî naxwaze, wisa diyar dibe ku Iraqê dixwaze bêje spas heya vir we li ber xwe da û axa Şengalê parast lê ji îro û şûn de ti karê me bi we nîne û em li vir in. Destkeftiyên gelê me şehîdên me dane û keda me tine bête hesibandin, zehmeta ku ev pisgirêk bêne çareserkirin. Li ser vî esasî û bi vê çarçoveyê hevdîtin û hewldanên me heya astekî hatin kirin û gelek kar û xebat hati meşandin. Ji 7’ê adarê û vir ve hin pisgirêkên derketin, ew zexta wan a li ser Gelê Şengalê zêdetir bû xalên xwe yên leşkerî li hin cihan zêde kirin. Em jî bi perpirsên leşkerî yên Şengal û rojavayê Mûsilê re keti nav têkliyan û gelek hevdîtin hatine kirin , heya 13’ê Adarê. Van berpirsan bi awayekî wisa nîqaşkirin xwestin ku gelê me bitrisînin, gefên girtin, kuştin û bikaranîna hêzê kirin.

Li himberî van nêzîkatiya nerazûbûna gelê me derket û li ser berxwedaniya gel li 15’ê Adarê şandek peybilind ê lekşerî ji Iraqê hat û bi me re rûnişt. Ti kesekî siyasî di nava wan de nebû belku tevahî perbirsên ewlekariyê bûn. Ji bo wan jî i berfirehî bi diyalogê me daxwaza xwe û projeya xwe ji wan re jî pêşkêş kir. Di vir de diyar bû ku ew naxwazin bi diyalogê ev yek bête çareserkrin, eger ji bo çareseriyê hatibana wê hin ji berprisên îdareyî jî li gel wan bûna. Di wir de wisa dan diyarkirin ku ew ê van meseleyan bi serokwezî re nîqaş bikin û bigehin çareseriyê. Mixabin hîna hefteyek li ser wê hevdîtinê re derbas nebuyî Iraqê hêzên xwe zêde kirin, gelek rê girtin, ev yek jî guamanê ji xelkê Şengalê re çêdike ku di demê pêş de alozî derkevin. Hebûna me û mafê me yê rewa, xwesteka gelê me Iraq tehemûlî wan nake, ev tiştên li Şengalê ku ji aliyê beşek ji artêşa Iraqê ve tê kirin bi serpariştiya Kazimî ne, belku ne siyaseta giştî a hikûmeta Îraqê ya. Hin kes û alî ji bo berjwendiyên xwe û hin welatan hewqas zextê li ser Şengalê dikin em di wê baweriyê de ne, ev plan û zextên li ser Şengalê wê ji laiyê gelê me ve neyên qebûlkirin.

Herbo herî dawî wiha got: “Em gelê xwe û dostên xwe her wiha raya giştî û saziyên navnetewî hişyar dikin ku em naxwazin li Şengalê alozî derkevin, em didin diyarkirin ku wê ev pisgirêk bi opersyonên leşkerî neyên çareserkirin. Niha xetereyek û zextekî mezin ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve li ser Şengalê heye, ku Mistef Kazimî serperiştiya wê dike. Em tevhiya gelê xwe, kes û aliyên demokkratîk hişiyar dikin ku Şengalê di xeteriyê deye û pêwsît e bi awayekî lezgîn zexst li ser Mistefa Kazimî bête kirin da ku dawî bi van gef û aloziyên li ser Şegalê bîne. Eger Şerek çêbibe wê qet nekeve xizmeta Iraqê û tevhiya navçeyê.''