Kovara Xwebûnê ya ku ji bo jinên ciwan ên li Ewropayê sê mehan carekê derdikeve, di her hejmarê de mijareke nû ya li ser jinên ciwan cih digire. Hejmara Kanûnê ya kovarê bi mijarên “Têkoşîna zayendî û hevjiyana azad” derket. Gotarên bi Kurdî, Elmanî, Tirkî û Îngilîzî di vê hejmara kovarê de cih digirin.
Di hejmara 31’an a kovarê de mijarên wekî rewşa heyî ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, têkoşîna rast a zayendî çawa dikare bê meşandin û hevjiyana azad çawa dikare bê avakirin cih girtin.
Nirxandina edîtorê kovara Xwebûn bi vî rengî ye;
Em her roj bi hovîtiya pergalê re rû bi rû ne. Em vê yekê di astên cuda ya çewisandina jinan de, wêrankirina ekolojîk û tunehesibandina demokrasiya me de dibînin. Bingeha van hemû pirsgirêkan pergala baviksalarî ya ku pergala kapîtalîst li ser wê hatiye avakirine. Em dizanin ku divê em li dijî vê pergala baviksalarî ya berbelavbûyî têbikoşin, lê em pir caran ji xwe dipirsin “Divê em ji ku derê û çawa dest pê bikin?”
Yên ku armanca wan jiyana azad e û jê bawer dikin, divê bi wêrekî, kelecan û bi israr xwe bidin vê armancê. Rêber Apo destnîşan dike ku tenê bi azadiya jinê hemû civak azad dibe. Ji ber vê yekê, ger em dixwazin pergala baviksalarî hilweşînin, divê pêşî li nava xwe û piştre jî di nava hevrêyên xwe de wê têk bibin. Di vê kovarê de em pirsên weke “Em çima, çawa û ji bo çi şer dikin?” digirin dest. Me ev kovar ji bo di têkoşîna zayendî û Jiyana Hevpar a Azad de têgihîştinek kûr ava bikin, pirsên weke ‘Çima, çawa û ji bo çi?’ girt dest.
Rewşa siyasî ya heyî nîşanî me dide ku pergala kapîtalîst krîzek mezin dijî. Netewe dewlet ji bo desthilatdariya xwe şer dikin û her roj hewl didin civaka berxwedêr kontrol bikin. Di vê qonaxê de ji bo têkoşîneke serketî bi taybetî jî têkoşîna zayendî û avakirina Hevjiyana Azad divê demildest rêbaz û stratejiyên rast pêş bixin. Di hejmara 31’an a Xwebûnê de em dixwazin balê bikişînin ser têkoşîna zayendî û hevjiyana azad.
Di beşa Amargî de me rêbazên dermankirinê yên xwezayî girt dest. Her wiha di beşên din de jî nivîsên li ser hevdîtina bi Rêber APO re, bîranînên şehîdan, pêşniyarên fîlman û hwd. tê de cih digirin.
Di beşa “Stêrkên Şoreşê” de; bandora Ronahî Amed (Leyla Şaylemez) a di nava jiyanê de ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate qetilkirin û jiyana şoreşgera jin a Elman Ronahî (Andrea Wolf) ku ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 1996’an de hat qetilkirin, cih digirin.
Naveroka hejmara 31’an a Kovara Xwebûnê bi vî rengî ye:
Kurdî:
Ez jinê ber bi azadî ve dibezînim
-Têkoşîn, têkoşîn û dîsa têkoşîn
-Şer neke - têbikoşe!
Tirkî:
-Jina azad, mêrê azad
-Nameya şehîd Fîkrî Baygeldî
-Jiyana Sema Yuce
-Stêrkên şoreşê: Şehîd Ronahî Amed
Elmanî:
- Sterne der Revolution: Şehîd Ronahî
- Wir werden die Frauen und Männer einer Avantgarde hervorbringen
- Rêber APO ist eine bis in die letzte Zelle unbesiegbare Persönlichkeit
- Die Selbstkritik aller kämpferischer Frauen
- Streite nicht - Kämpfe!
- Die Suche startnt mit Fragen
- Hevjiyana Azad: Freies gemeinsames Zusammenleben
Îngilîzî:
-For those who dare to believe...
-Amargi: Keep on fighing
-Filmreview: The hour of liberation has arrived