BI DÎMEN

Hefteya 660’an a nobetê: Em li Strasboûrgê azadiya xwe biqîrin

Çalakgerên Nobeta Azadiyê ji bo mîtînga ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê bê lidarxistin, bang kirin. Koma ku di hefteya 660’an de nobetê dewr girtin gotin, “Azadkirina Rêbertiya me azadkirina Kurdistanê ye” û her kes vexwendin Strasboûrgê.

Nobeta Azadiyê di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji aliyê Însiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin. Nobeta Azadiyê di sala xwe ya 13’emîn de didome.

Çalakiya nobetê li noqteyek hevpar a ku saziyên Ewropayê li wir dicivin pêk tê. Her hefte komên cuda ku ji gelê Kurd û dostên wan pêk tê, nobetê dewr digirin. Çalakiya nobetê di hefteya 660'emîn de didome.

Gelê Kurd di Nobeta Azadiyê de ji aliyekî ve bang li saziyên Ewropayê dike ku wezîfeyên xwe bi cih bînin û li aliyê din jî nîşan dide ku Rêber Apo îradeya wan e.

Çalakiya nobetê di hefteya nû de ji aliyê komeke ji banliyoya Parîsê Vîllîers-le-Bel ve hat dewr girtin. Koma ku li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk nobet dewr girtin, Demhat Arslan, Mustafa Furkan Açikel û Îsmaîl Coşkûn Kincal in.

Li ser navê komê Îsmaîl Coşkûn Kincal axivî û anî ziman ku gelê Kurd bi çalakiyên xwe Komploya Navneteweyî ya ku wê bikeve sala xwe ya 26'an vala derxistiye. Kincal got, “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Heta ku êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ranewestin û Rêber Apo azad nebe, çalakiyên me wê bidomin.”

Îsmaîl Coşkûn Kincal meş û mîtînga dîrokî ya di 15'ê Sibatê de li Strasboûrgê bê lidarxistin bibîr xist û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dijîn dikin ku ji bo Rêber Apo û azadiya xwe biqîrin."