Hayrî Han li Ûlmê hate bibîranîn

Welatparêzê Kurd ê bi navê Hayrî Han, di rojên borî de di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Han li li bajarê Neû-Ûlm ê Elmanyayê hate bibîranîn.

Welatparêzê Kurd Hayrî Han ê 53 salî li bajarê Ûlm ê Elmanyayê ku di 4’ê Îlonê de di encama qeyrana dil de, lê jiyana xwe ji dest dabû hate bibîranîn. Xizm, hevrê û gelek nûnerên saziyên şoreşger-demokrat tev li biranînê bûn.

Kesên tev li bibîranînê bûn, sersaxî ji malbatê re xwestin û saziyan jî peyam şandin.

Sînevziyona ku qala jiyana Hayrî dikir hat pêşandan.

Hayrî (Xeyrî) Han ê ji navçeya Gimgima Mûşê, bi girêdanbûna xwe ya bi gel û têkoşînê re û bi kesayeta xwe ya hestyar, xwedî seknek bi mînak bû. Han yek ji welatparêzan bû ku li bajarê Ûlm û derdora wê dihat heskirin û rêz jê re dihat nîşandan. Han ji ciwantiya xwe û vir ve, di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de cih digire.