Halîm Dener li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn

Li Hannoverê Halîm Dener ê ku 30'ê Hezîrana 1994'an dema ku afîşa ERNK'ê dadaliqand ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin hate bibîranîn.

Ciwanê Kurd Halîm Dener ê 16 salî ku di sala 1994'an de dema ku afîşa ERNK'ê dadileqand ji hêla polîsên Elman ve hatî qetilkirin, li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn. IL Hannover, Meclîsa Jinan a Ronahî, FemMigra, Rote Hilfe, Women Defend Rojava Hannover, Migra Bündnis, YXK Hannover, TCS Hannover û Koma Kampanya Halîm Dener tevlî bîranînê bû.

Li cihê bîranînê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de ev tişt hatin gotin: “Berî 27 salan ciwanê Kurd Halîm ji bo ku afîşa ERNK’ê daliqandibû ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin. Ev di dîroka Elmanya de rûreşiyeke. Ev şerma hiqûq û demokrasiyê ye. Dema mijar dibe Kurd, ev rewş wiha dibe. Ev 40 sal e dewleta Elman vê hişmendiyê dimeşîne. Di şexsê Halîm Doner de Kurd û Tevgera Azadiya Kurdan tê terorîzme kirin. Em vê yekê qebûl nakin. 28 sal derbas bibe jî wê Elmanya hesabê vê cinayetê bide.“

Di dema bîranînê de gelek belavokên bi zimanê Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.

Girseya gel qurnefîl danîn cihê ku Halîm Dener lê hatiye qetilkirin û find vêxistin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana Zapê“ bi dawî bû.