Guven peyam ji çalakgerên li Strasboûrgê re şand
Parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye, peyam ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê re şand. Guven got ku, “Em ê tecrîdê bişkînin û teqez em ê bi ser bikevin.”
Parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye, peyam ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê re şand. Guven got ku, “Em ê tecrîdê bişkînin û teqez em ê bi ser bikevin.”
Leyla Guven a ku 47 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyamek ji çalakgerên greva birçîbûnê re şand ên ku piştgiriya wê dikin. Peyama Guven li Strasboûrgê di roja heştemîn a çalakiya greva birçîbûnê de hate xwendin.
Di peyama Guven de ev tişt hate diyarkirin:
“Rêhevalên hêja yên ku bi hezaran kîlometreyan dûrî Kurdistanê ne û ji bo nasname û azadiya xwe têdikoşin; ez we bi hurmet silav dikin. Çalakiya we gelekî girîng e. Bi giyanê berxwedanê yê zindana Amedê ez serkeftinê ji we re dixwazim.
Qîrîna ku li Amedê me daye destpêkirin li Hewlêr, Rojava, Rojhilat, Mexmûr û Ewropayê tê bihîstin. Em silavên xwe ji gelê xwe yê li wê derê re dişînin.
Grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me daye destpêkirin, roj bi roj geştir dibe. Derketiye holê ku ev daxwaza bi milyonan kesan e. Daxwaza me meşrû û exlaqî ye. Tecrîda li ser rêzdar Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê Kurd.
Hevalên hêja, em bi hezaran kîlometreyan ji hev dûr bin jî, ez dizanim em li ba hev in. Ez navê we ji dîwarên zindana Amedê re dibêjim yên ku şopên berxwedana Kemal, Hayrî û Mazlûm li ser wan hene. Ez bawer im ew jî me dibihîsin. Ez careke din we bi hestên şoreşgerî silav dikim.
Em ê tecrîdê bişkînin û teqez em ê bi ser bikevin.”