Gulên berxwedana li Strasboûrgê

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê didome. Çalakger di nava rojê de betal nasekinin û ji gulên ku ji wan re hatiye, diyariyan amade dikin.

Li Strasboûrgê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakgerên di greva birçîbûnê de, di nava rojê de betal nasekinin.

Di nava rojê de çalakger ziyaretvanan pêşwazî dikin, ji bo ragihandina xwestekên xwe xebatên dîplomasiyê didin meşandin û êvaran jî bi gulan diyariyan amade dikin.

‘GUL TÊN WATEYA BERXWEDANÊ’

Çalakger Dîlek Ocalan a ku gulan amade dike, derbarê gulan de got ku, “Ev gulên ku ji me re hatine, em ê hişk diş-kin û tevî wêneyên Rêbertşyê em dixin şûşeyan. Em gulan neavêjin û bi vî awayî ji bo çalakgeran diyariyan amade dikin. Ev gul tên wateya berxwedanê.”