Grevên birçîbûnê yên li Stockholm û Kopenhagenê didomin

Grevên birçîbûnê yên li paytexta Swêd Stockholmê û paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi tevlîbûna çalakgerên nû dewam dikin.

Grevên birçîbûnê yên li paytexta Swêd Stockholmê û paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi tevlîbûna çalakgerên nû dewam dikin.

STOCKHOLM

Greva birçîbûnê ya li paytexta Swêd Stockholmê li meydana Odenplanê pêk tê. Kurdistaniyên ji bajarên Orebro, Gavle û Ûppsalayê jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran li ser armanca çalakiyê, tecrîdkirina Oclan belavok belav kirin. Koma çapemeniyê ya çalakgeran jî serdana saziyên çapemeniyê dike û li ser çalakiyê agahiyan dide.

Çalakger pêr çûbûn serdana ji rojnameyên sereke yên Swêdê Dagens Nyheter û Expressenê. Doh jî serdana rojnameya Aftonbladetê kirin ku bi rêveberên rojnameyê re rûniştin. Rayedarên rojnameyê soz dan ku wê nûçegihanên xwe bişînin qada çalakiyê.

KOPENHAGEN

Greva birçîbûnê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê di roja 7'an de ye.

Danîmarkî jî serdana çalakgeran dikin û piştgiriyê didin wan. Çalakger ji Yekîtiya Ewropa û hikumeta Danîmarkayê dixwazin ku li ber tecrîdê û êrîşên dewleta Tirk rabin.