Grevên birçîbûnê yên li Ewrûpayê didomin

Li Ewropayê çalakiyên grevên birçîbûnê didomin yên ku ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê û li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê çalakiyên grevên birçîbûnê didomin.

DEN HAAG

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Den Haagê yê Hollandayê di roja 15’emîn de didome. Îro di çarçoveya çalakiyê de meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavokên bi Hollandî û Îngilîzî hatin xwendin.

DARMSTADT

Greva birçîbûnê ya li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê didome. Bi çalakiyê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê hatin protestokirin.

ROMA

Li bajarê Romayê yê Îtalyayê bi tevlêbûna 30 kesan greva birçîbûnê hate destpêkirin.Çalakî ew ê 2 rojan bidome û di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û Mexmûrê hatin protestokirin.

VIYANA

Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê de Kurdistanî tevlî meşê bûn a ku bi deh hezaran kes beşdar bûbûn. Kurdistaniyan qedexekirina sembolên PKK’ê protesto kirin.

Saet di 14.00’an de bi deh hezaran kes li Qada Westbahnhofê hatin ba hev û hikumet protesto kirin. Kurdistanî jî tevlî protestokirina hikumetê bûn.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, çalakgerên greva birçîbûnê çalakî li dar xistin. Çalakiya li pêşiya Parlementoya Elmanyayê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di çalakiyê de tecrîd hate şermezarkirin û derbarê berxwedana Leyla Guven bi Kurdî, Elmanî û Tirkî axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de Cejna Êzî hate pîrozkirin û biryara DYE’yê ya li hemberî sê pêşengên PKK’ê hate protestokirin.