Grevên birçîbûnê yên li Anvers û Den Haagê qediyan

Grevên birçîbûnê yên li bajarê Anvers (Antwerpen) ê Belçîkayê û bajarê Den Haag ê Hollandayê roja Yekşemê qediyan.

Grevên birçîbûnê yên li bajarê Anvers (Antwerpen) ê Belçîkayê û bajarê Den Haag ê Hollandayê roja Yekşemê qediyan.

ANVERS

Çalakgerên ku li Anversê roja 8'ê Kanûnê ketin greva birçîbûnê daxuyaniyek dan û greva xwe qedandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, greva birçîbûnê qediya be jî, heta ku encamê bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakgeran bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Mexmûrê û gotin, "li dijî vê yekê berxwedan divê."

Çalakgeran gotin, "Eger em bi yekîtiya neteweyî bersivê nedin, wê dijmin hewl bide encamê bi dest bixe."

Çalakgeran herî dawî ji bo greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li Strasboûrgê roja Duşemê dest pê dike, banga piştgiriyeke xurt kirin.

DEN HAAG

Greva birçîbûnê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî qediya. Grevê roja 1'ê Kanûnê dest pê kiribû.

Bi civîna gel a roja Yekşemê re hate ragihandin ku çalakî hatiye qedandin. Hevsreokê DEMNED'ê Engîn Yûrtsever û Nûnerê PYD'ê yê Hollandayê Zuheyr Efrîn li civînê axivîn û gotin, wê destekê bidin greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê.