Greva Strasboûrgê di roja 136’an de ye: Moral pir bilind in

Serdanên ji bo çalakvanên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 136 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne dewam dike.

Bi dehan Kurdistaniyên ji bajarê Lahr ê Elmanya û derdorî wê dijîn serdana berxwedêrên li Strasboûrgê kirin. Girseya di nav de endamên Meclîsa Gel a Lahrê jî hene, bi dirûşman berê xwe dan navnîşana çalakvan di grevê de ne.

Endamê Komîteya Amadekar Serhat Agirî di derbarê rewşa tenduristiyê ya çalakvanan de agahî da girseyê. Agirî anî ziman ku ji ber demek dirêj in çalakvan di grevê de ne nikarin tevger bikin, lê moral û motîvasyona çalakvanan di asta herî jor de ye. Agirî diyar kir ku bibiryardarî çalakvan greva xwe didomîni.

Agirî da xuyakirin ku serdan moralê dide wan. Piştî serdanê girseyê da diyarkirin ku li cihên lê ne parçeyek ji vê pêvajoyê ne.

Serhat Agirî anî ziman ku di pêvajoyên wiha de hêviya çalakvanan girîng in, çalakiya bi qasî 6 mehan in dewam dike ketiye pêvajoyeke nû. Agirî bibîr xist ku li girtîgehan 15 girtî ketine Rojiya Mirinê, divê ji niha û şûnde hê zêdetir li dorî çalakvanan bibin yek. Agirî got: “Bi teqez em ê tecrîdê bişkînin.”

Serdanên ji bo berxwedêran tevahiya rojê dom kir.