Greva Strasboûrg di roja 20’î de ye: Heta şikandina tecrîdê…

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîdê li bajarê Strasboûrgê hatibû destpêkirin di roja 20’î de dom dike, rêveberên saziyên Elewî jî di nav de serdanên gel dewam dikin.

Piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û Parlementera HDP’ê ya berê Dîlek Ocalan jî di nav de ji 15 kesan pêk tê ku 17’ê Kanûnê hatibû destpêkirin, dewam dike. Endamên malbatan jî di nava welatiyên hatin serdan kirin de hene.

Serdanên saziyên Kurdistan, çepgirên Tirkiyeyî, tevgerên sosyalîst û demokrtît dîsa komên bawermend û hunermend her roj a ji bo çalakgeran dewam dike.

SAZIYÊN ELEWÎ PIŞTGIRÎ KIRIN

Piştgiriya çalakiya greva bêdawî û bêdorveger a di roja 20’î de ya ji çar parçeyên Kurdistanê dom dike. Her rojê bi sedan kes berê xwe didin Strasboûrgê û serdana çalakvanan dikin.

Hevserokê Yekîtiya Elewiyên Şoreşger (DAB) Velî Balaban, Pîr Îbrahîm Kilavûz, Hunermend Şiyar Mûnzûr, Xebatkarên Can TV, Hevserokên Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) Beran Yildirim û Velî Kaya li gel rêveber û endamên hevparên FEDA Parîs, Hambûrg, Marsîlya û Kolê, li gel eyaleta Hessen a Elmanyayê li Strasboûrgê bûn.

Xebatkarên Can TV li gel hevpeyvîna bi çalakvanan re bi welatiyên hatin serdanê re jî peyîvîn û dîtinên wan ên li ser çalakiyê girtin.

FEY-KOM: EM DEV JI ROJA XWE BERNADIN

Endam û rêveberên Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Avûstûryayê jî serdana çalakiyê kir. Di axaftinên li ser navên FEY-KOM’ê hatin kirin de, sekna çalakvanan a bi rûmet silav kirin.

Nûneran anî ziman ku çalakvan bi vînekî mezin li ser lingan in û nîşan dane, anî ziman ku wê ji bo saziyên navneteweyî bêjin Kurdên li Avûstûryayê ‘Gelê Kurd dev ji vîn û Roja xwe bernadin.’

Nûnerê FEY-KOM’ê destnîşan kir ku gelê Kurd Ocalan weke vîn û Roja xwe dibînin û wek Kurdên Avûstûryayê Leyla Guven a çalakiya wê di roja 59’an de ye silav dikin.

DAYIKA ÇALAKGEREKÊ: SERBILIND IM

Dayika Nîlgûn Başaran a di çalakiyê de Fatma Başaran di nava welatiyên hatin serdan kirin de bûn. Dayika Başaran anî ziman ku bi tevlîbûna keça xwe ya çalakiyekî wiha serbilind e, serkeftin ji hemû çalakvanan re xwest.

Dayik Fatma Başaran bang li hemû gelê Kurd kirin, xwedî li çalakiyan û destekê bidin pêvajoyê kir.

DESTEK DAN KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Welatiyên ku serdana çalakiyê kirin destek dan kampanyaya îmzeyan a bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence û Konseya Ewropayê hatiye destpêkirin. Welatiyan îzeyên xwe ji bo kampanyayê dan.