Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Fransa Strasboûrgê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 17’ê Kanûnê hatibû destpêkirin, di roja 12’an de didome.
GELEK SAZIYÊN KURD Û TIRKIYEYÎ SERDANA ÇALAKIYÊ KIR
Çalakgerên greva birçîbûnê bi şîara “Em ê tecrîda giran a li ser Rêbertiya xwe bişkênin’ çalakiyê didomînin û ji gelek welatên Ewropa bi dehan nûnerên saziyên Kurd û Tirkiyeyî piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê didin diyarkirin. Heta roja îro bi dehan nûnerên gelê Mezopotamya, Kurd û Tirk serdana çalakgeran kirin û îro jî gelek nûnerên saziyên Kurd serdana çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Nûnerên PYD, FED-MED, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), Hevserokê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM) Tahir Koçer, Nûnerên Eniya Şoreşger, Hevserka KOMAW’ê Şenge Kahraman, hevseokên Meclîsên Gel ên Koln û Dûîsbûrg, nûnerên Meclîsên gel ên Lînbûrg û Oldenbûrg, Hunermend Mizgîn û Şemdîn serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.
ENIYA ŞOREŞGER: AZADIYA OCALAN WÊ PÊŞIYA RÊYA AVAKIRINA DEMOKRASIYÊ VEKE
Li ser navê Eniya Şoreşger Farûk Aydin axivî û got; “Tecrîd ne tenê li dijî gelê Kurd e. Tecrîd li Tirkiyeyê li dijî hemû pêkhateyên ku azadî û demokrasiyê dixwazin e. Em çalakiya xwe silav dikin. Azadiya Rêberê Gelê Kurd heman demê wê rejîma faşîst a li welat hilweşîne û pêşiya rêya avakirina demokrasiyê veke.”
BÎRANÎNA ROBOSKÎ: JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA KOMKUJIYÊN NÛ BANGA TEVLÎBÛNA PÊVAJOYÊ
Di çalakiyê de cangoriyên Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an ku 34 ciwanên Kurd hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.
Çalakgeran ev bang kir; “Ji bo komkujiyên nû çênebin, divê hemû kesê ku li cihê lê bin piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê û beşdarî pêvajoyê bibin.”