Greva li Londonê di roja 8’an de ye

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li Londonê hatî destpêkirin do roja 8’an de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Îngîltre Londonê hatibû destpêkirin di roja 8’an de dom dike.

Tevî rewşa hewaya xedar jî wê çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya stasyona trenê ya Rêya Monar Hoûse ya yek ji rêyên herî qelebalix ên Londonêye ku wê heta 21’ê Kanûnê dom bike. Heta niha gelek tevgerên pêşverû serdana çalakvanan kiriye. Nûnerên Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Îranê ku li Brîtanyayê dijîn jî serdana çalakvanan kirin.

FORMBY: DIVÊ OCALAN Û GUVEN BÊN AZADKIRIN

Sekretera Giştî ya Partiya Karker a Îngîltereyê Jennîe Formby anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven bê hiqûqî tên ragirtin û got: “Divê bi lezgîn bên berdan.”

Her wiha wê sibe bi organîzasyona koma Solîdarîtey saet 18:00’an bernameyek bê pêşkêşkirin. Wê malbatên şehîdên enternasyonalîst ên Îngîltereyê jî tevlî bernameyê bibin.