Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 7’emîn de ye

Li hemberî tecrîdê, greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 7’emîn de didome. Di greva birçîbûnê de hate diyarkirin ku divê CPT û Konseya Ewrûpayê biçin Îmraliyê.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Greva birçîbûnê di roja 7’emîn de didome. Ji bajarên Saarbrucken, Koln û Frankfûrt, Bonnê gelek sazî û kes hatin serdana çalakiyê. Nûnerên PJAK, Platforma Zagros û Platforma Gelên Rojhilat çalakger silav kirin.

Li ser navê PJAK’ê Îbrahîm Alîpûr axivî û got ku, “Saziyên Rojhilatê Kurdistanê îro ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê. 20 sal in li ser Rêber Apo tecrîd heye. Ji bo azadiya Kurdan proje û paradîgmaya Rêber Apo gelekî girîng e. Ev çalakî ji bo gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e.”

Li ser navê Platforma Gelên Rojhilatê Kurdistanê Nadir Cemaatî jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya çalakgeran hatine.

Li ser navê Platforma Zagrosê, Cîhanbexş Rustemî jî got ku, “Ev bû çend sal ku ji Rêber Apo agahî nayên stendin. Li ser wî tecrîdeke giran heye. Ev tecrîd tê binpêkirina mafên mirovan. Em çalakgerên greva birçîbûnê yên li vê derê silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

DIVÊ CPT Û KONSEYA EWRÛPAYÊ PEYWIRÊN XWE BI CIH BÎNIN

Li ser navê Meclîsa Gel a Saarbruckenê Bexîr Îbrahîm jî got ku, “Em serkeftinê ji van hevalan re dixwazin. Hevalên li vê derê bi bedena xwe rûmeta gelê Kurd diparêzin. Divê CPT û Konseya Ewrûpayê peywira xwe bi cih bînin. Divê teqez CPT biçe Îmraliyê û li ser tecrîda li wê derê bisekine.”