Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 21’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tendursitî û azadiya Ocalan a li bajarê Strasboûrgê hatibû destpêkirin di roja 21’an de didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a li bajarê Strasboûrg ê Fransa hatibû destpêkirin, di roja 21'an de bi biryardariyek mezin didome.

Îro heyeta ku ji parlamenter û siyasetmedarên Kurd ên li sirgunê pêk dihat, serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li konê çalakiyê axivî û got; “Pêşengê vê şoreşê Rêber Abdullah Ocalan e. Hemû cîhan vêya dizane. Bi pêşengiya Ocalan gelê Kurd ji nûve zindî bû. Di rastiyê de îro em fînalê dijîn. Em Leyla Guven û hevalên ku di bingehê xwedî derketina Rêber Apo de di çalakiyan de ne silav dikin.”

Dîcle bi domdarî got; “Ji derveyî van 15 hevalên li vir, 126 hevalên me yên girtî li girtîgehan bi heman daxwaz û armancê ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven vê çalakiya birumet didomînin. Piştî derbeya 12’ê Îlonê hedef tunekirina têkoşîna gelê Kurd bû û îro jî hedefa wan ev e. Îro di rastiyê de bloga faşîst a Ergenekon, AKP, MHP ruyê 12’ê Îlonê temsîl dike.”

Dîcle herî dawî got; “Çawa ku gelê Kurd hevrê Kemal û Xeyrî ji bîr nekirin,  ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo wê piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ya dîrokî bikin û bi xwedîderketinê bi teqez wê bigihîjin serketinê.”

Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Dersim ya Ewropa, Hevseroka Meclîsa Hambûrgê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr, siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle, Ahmet Kahraman, Lezgîn Botan, Tugba Hezer, Nûrsel Aydogan, Leyla Bîrlîk, endamên YXK û YXJ, Meclîsa Gel a Çekya, endamên meclîsên gel ên Plonya, Dresden, Hambûr, Hannover, Salzgîtter, Munîh û Stûttarg ên Elmanya, Bern û Basel ên Swîsre, Hewldana Mereşê, xwişka Xeyri Dûrmûş Ayten Dûrmûş û xebatkarên Medya Haberê di roja 21’an de serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.