Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 13’an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 13’an de didome. Îro jî saziyên Elmanya û Swîsreyê jî di nav de KONGRA-Gel û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdana çalakiyê kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ku 17’ê Kanûnê dest pê kir di roja 13’and e didome. Bi hezaran kes serdana 15 çalakgerên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûyîn, dikin.

JI SWÎSRE, ELMANYA Û AVÛSTÛRYAYÊ SERDANA ÇALAKGERAN HATE KIRIN

Di roja 13’an a çalakiyê de serdanên çalakgeran didomin. Îro endam û rêveberên Navendên Civaka Demokratîk ên li bajarên Zurîh, Basel û St. Gallen ên Swîsreyê xebatan dike serdana çalakgeran kirin û destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bang li her kesê hate kirin ku bi erka xwe rabin.

Gelek saziyên li Elmanyayê xebatan dikin jî piştgiriya çalakiyê dikin. Meclîsa Jinan a Ekîn Wan a Troîsdorf, Mala Çandê ya Troîsdorf Internatîonal, Mala Çandê Bonn Deutsche û gelek endam û rêveberên saziyên Kurd û Elman piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya li Strasboûrgê diyar kirin.

Ji Avûstûryayê jî komeke Kurdistanî û rêveberên saziyan bi armanca piştgirîdayîna çalakiyê hatin Strasboûrgê.

RÊVEBERÊN KONGRA-GEL Û KNK’Ê JÎ LI STRASBOÛRGÊ BÛN

Rêveberên KONGRA-GEL û KNK’ê Remzî Kartal, Nîlufer Koç û Zubeyîr Aydar, rojnameger Ferda Çetîn jî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û got; “Gelê Kurd wê dora Ocalan bibe xelek û wê serkeftin bidestbixin.”

Kartal li ser navê heyeta KONGRA-Gel û KNK’Ê axivî û got gelê Kurd pêvajoyek gelek girîng dijî.

‘GELÊ KURD WÊ LI DERDORA RÊBERÊ XWE BIBE XELEK Û SERKETINÊ BIDESTBIXE’

Kartal bi domdarî wiha got; “Divê gelê Kurd ji bo vê pêvajoyê veguhere aliyê xwe divê çalakiyên cuda lidarbixe. Grevên birçîbûnê di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekî gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de pêşengên grevên birçîbûnê yên li welat û Ewropa fedaî û hevrêyên Rêber Apo dikin. Li ser vê bingehê em çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê didome gelek girîng û binirx dibînin û silav dikin.”

Kartal anî ziman ku gelê Kurd bi grevên birçîbûnê îradeya xwe diyar kiriye û wê çalakî biserbikevin. Kartal got; “Gelê Kurd wê li dora Rêberê xwe bibin xelek û serketinê bidestbixin.”

NAVÊ ÇALAKGERÊN GREVÊ

Ji gelek sazî, rêxistin û partiyên cihê yên çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bûne. Navên kesên tevlî çalakiyê bûne wiha ne: “Dîlek Ocalan, Gulîstan Çiya Îke, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehemt Nîmet Sevîm, Mûstefa Sarikaya, Mohamed Ghaaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Yuksel Koç, Dadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yilmaz in.