Greva birçîbûnê ya li Parîsê di roja 10’an de ye

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan li Parîsê di roja 10’an de didome. Koma nû îro çalakiya greva birçîbûnê dewr girt.

Greva birçîbûnê ya li Parîsê ya ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 10’an de didome.

Koma 24 kesî çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê dewr girt.

Çalakgerê greva birçîbûnê Dayik Fodûl û Şenol Guzel Yildiz, berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven silav kirin û wiha gotin; “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Mexmûr û Şengalê bi tecrîda li ser Ocalan re girêdayî ye. Em ê li dijî Rêbertiyê bibin xelek bi geşkirina berxwedanê re tecrîdê bişkênin û dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê derxînin.”

Komîteya Amadekar a Çalakiya Greva Birçîbûnê bang li Kurdistanî û dostên wan yên li derdora Parîsê dikin ku xwedî li çalakiyê derkevin.