Greva birçîbûnê ya li Marsîlya di roja 9’an de ye

Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Marsîlya di roja 9’an de didome.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Marsîlya ya ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 9’an de bi coş û morelekî mezin didome.

Çalakî bi vedana kon a li pêşiya walitîya Marsîlyayê dom kir û Kurdistaniyan eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan. Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî bi stranên xwe coş da çalakgerên greva birçîbûnê.