Greva birçîbûnê li Kopenhagê bi dawî bû, li Rennesê koma 2’an çalakî dewr girt

Greva birçîbûnê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagê 7’ê Kanûnê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin îro bi meş û mîtîngekê bi dawî bû. Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Rennesê jî koma 2’an dewr girt.

Li Kopengahê saet 14:00’an Kurdistanî û dostên wan li Qada Vesterbors Torv li hev civiyan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê hate şermezarkirin.

Di meşê de alayên TJK, KCK, PKK, YPG/YPJ’ê û wêneyên Ocalan hatin hildan. Di meşê de li ser navê NCDK û Meclîsa Jinan a Sêvê axaftin hatin kirin û hate bibîrxistin ku Kampa Mexmûr di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de ye.

Çalakgeran bang li hikûmeta Danîmarkayê kirin ku êrîşa li Mexmûrê bibin rojeva Konseya Ewlehiyê ya NY.

Çalakgeran bê navber dirûşmeyên “Ocalan gel e, gel em in” , “Destê xwe yên qirêj ji Kurdistanê vekêşin” , “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşitî” , “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Faşîst, Kujer Erdogan” berz kirin.

Piştî meşê li Qada Şareariyê mîtîng hate lidarxistin û axaftin hate kirin. Çalakgeran bang li hikûmeta Danîmarka û Yekîtiya Ewropa kir ku li beramberî grevên birçîbûnê bi hestiyar bin û zextan li dewleta Tirk bikin.

Hevserokê PEKAN (Platforma Kurdên Anatoliya Navîn) beşdarî çalakiyê bû û peyama piştevaniyê da.

Çalakgeran bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” , “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” greva birçîbûnê ya bi dawî kirin.

Greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven ya li bajarê Fransa Rennesê di roja 5’an de didome. Îro koma nû çalakiya greva birçîbûnê dewr girt. Greva birçîbûnê wê heta 22’ê Kanûnê bidome.